Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin 2020-08-23 10:07:10 STENBOL - Berdevka Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê Perîhan Koca, diyar kir ku polîtîkayên welat ber bi hilweşandinê ve dibin tên bi rêvebirin û ev bang li hêzên demokrasiyê kir: "Werin em bi hev re li dijî vê herikîna dîrokê biguherînin." Berdeveka Yekitiya Ji BO Demokrasiyê (DÎB) Perîhan Kocan krîza aborî ya ji ber polîtîkayên hikumetê her ku diçe kurtir dibe, tayînkirina qeyûman, zextên li ser muxalefetê, bi şer pirsgirêka kurd  çareser kirin û xitimîna têkilî û siyaseta derveyî welat nirxandin û diyar kir ku welat ji dest pê kê ve, di nava krîzê deye û di pêvajoyak awartere derbas dibe.    NABIN DERMANÊ DERDÊ GEL    Koca, bal kişand ser nîqaşên hilbijartinê û wiha axivî: “Weke ku pêvajoyek asayî heye, edalet û demokrasî heye, her tim qerta hilbijartinê pêşkêşî gel dikin. Di rewşa heyî de, em di pêvajoyeke ku demokrasî hatiye sînordarkirin re derbas dibin. Ji sala 2013’an ve me 8 hilbijartin derbas kirin. Lê ev hilbijartina tu carî ji bo derdê gel nebûn derman. Berevajî bi dehan car vîna gel hat xesp kirin. Ji 7’ê Hezîranê heya 1’ê Mijdarê pêvajoya bixwîn hat destpêkirin. Zext li gel kirin. Di şert û mercên rewşa awarte de, rejîma KHK’ê ava kirin. Hilbijartina 31’ê Adarê tune hesibandin û betal kirin. Dîsa hilbijartina Stenbolê dubare kirin û taloqî 23’yê Hezîranê kirin. Desthilatdariya siyasî îro vîna gel ipotek kiriye. Li dijî gel sûc dike û hewl dide bi polîtîkayên qeyûm welat bi rêve bibe.”    ‘DIVÊ EM GEL ESAS BIGIRIN’   Koca, rapora qeyûman a HDP’ê aşkere kir jî nirxand û wiha got: “Hema bêje qeyûm tayînê hemû şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Wê demê em destê xwe deynin ser wîcdanê xwe û xeber bidin. Gelo alternatîfeke gelparêz, wê çiqasî bi hilbijartineke nû bê avakirin?  Tenê bi hilbijartinê rastiya heyî ne pêkane ku bê guhertin. Ji bo ku ev rewş bê guhertin, divê pêdiviyên gel li ber çavan bên girtin û pirsgirêkên gel bên çareserkirin.”   BI ŞEWBÊ RE ABORÎ HÎN XIRABTIR BÛ   Koca, anî ziman ku her ku diçe şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) belavtir dibe û wiha bilêv kir: “Desthilatdariyê nekarî vê pêvajoyê bi rêve bide. Ji bo ku pergala xwe dewam bikin, karker û kedkar terkî mirinê kirin. Danayên didin jî, rewşa heyî venabêjin. Di heman demê de aboriya xirab jî, bi şewbêre hîn xirabtir bû. Her ku diçe kriza aborî kûrtir dibe. Di serî de jin û ciwan bê kar man. Niha rakora bêkariyê hatiye şikandin. Êdî rewşa bêkarî û xizantiyê daîmî dibe. Her ku diçe TL nirxê winda dike. Jiyan pir biha bûye. Hêza kirîn û firotinê pir kêm bûye. Hemû aboriya welat ji bo polîtîkayên şer tên xerckirin. Ev jî dibe sedem ku krîz mezintir bibe.”    POLÎTÎKAYÊN DERVEYÎ WELAT HILWEŞIYANE   Koca, da zanîn ku di polîtîkayên derveyî welat de, tam hilweşandinek heye û wiha pê de çû: “Desthilatdariyê di polîtîkayên xwe yên derveyî welat de winda kiriye.  Ji bo vê hewl dide li Lîbyayê û Rojhilata Deryaya Spî çîroka xwe ya serkeftinê ava bike. Wê tu hesabên AKP’ê yên li van deran negire. Ev hesab ne hesabên wisan hêsanin. Êdî rewş wihan bûye her kes vê rastiyê dizane.”    TENÊ BI ŞER DIKARE XWE LI SER PIYAN BIGIRE    Koca, dest nîşan kir ku tu cîranekê desthilatdariyê pêre şer nekiriye, ne maye û wiha dewam kir: “Êdî kes baweriya xwe bi Tirkiyeyê nayîne. Naveroka serkeftinên Tirkiyeyê yên hatine îlankirin hemû valene. Lewre, polîtîkayên hundir û derve di rewşekê ku her kêlî bên guhertin dene. Erdogan dixwaze vê krîzê millî bike û hinek din keştiya wî ya avê digire, hinek din pêş de bibe. Êdî hem di hundir de, hem jî li derve de tengav bûye. Ji ber vê her ku diçe desthilatdarî winda dike.”    ‘DIVÊ EM BI HEV RE BÊJIN ÊDÎ BESE’   Koca, derbirî ku di rewşa heyî de, gelek derfetên nû hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro lêgerînekê gel heye. Lê di heman demê de pirsgirêkên gel ên mezin jî hene. Divê me guh bidin qîrîna gel. Îro ji bo avakirina alternatîfeke gelparêz, gelek derfet hene. Pêwîste ku em berê xwe bidin vê yekê. Divê em ji bo vê tavilê zend û bendê xwe ba bidin. Ji bo vê yekê, lazime ku hemû hêzên ked û demokrasiyê, li hev kom bibni û gavên hevpar û şênber bavêjin. Ji bo ku me karibin herikîna dîrokê biguherînin divê em bi hev re tevbigerin.”    MA / Erdogan Alayumat