Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye 2020-08-23 11:11:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Niha tu diyalogeke me tuneye. Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye."   Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Xelîl ê pirsên ANHA'yê bersivandin û bal kişand ser hevdîtinên bi hikumeta Sûriyeyê kirine. Xelîl, diyar kir ku rejîm çareseriyê naxwaze û wiha axivî: "Rejîm çareseriyê naxwaze, Rûsya li berjewendiya xwe digere û Tirkiyê dixwaze rêveberiyê têk bibe. Diyalog bingeha çareseriya krîza Sûriyê ye, lê hikumeta Sûriyê ti pêngavên cidî na avêje û çareseriyê naxwaze. Di demekê de ku hukumeta Sûriyê hewl dide fîtneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biafirîne û pêkhateyên li dijberî hev rake, Tirkiye sîxurên xwe li herêmê belav dike, torên civakî ji bo jihevkirina pêkhateyan û derbekirina destkeftiyan bi kar tîne."   Naveroka hevpeyvîna Aldar Xelîl wiha ye:    "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hikumeta Sûriyê re bi navbeynkariya Rûsyayê hin dan û standin pêk anîn, hedefa wan dan û standinan jî çareserkirina krîza Sûriyê û pêkanîna pergaleke demokratîk e ku tevahî bi hevre bijîn.   Herkes li ser parastina yekitiya xaka Sûriyê û sînodarkirina şerê di navbera aliyan de diaxivin. Lew re diyaloga sûrî-sûrî gelekî pêwîst e.  Lê tu titşên berojavî wê hebin, ji bo Rêveberiya Xweser peyameke ku berê xwe bide rê û rêbazên dîtir. Heke Rêveberiya Xweser bi Şamê re li hev kir, wê demê ne mecbûr e peymanan bi şîrket an jî dewletên derve re deyne. Divê hikumet bibîne ku rêveberiyeke rasteqînî li ser erdê heye û pê re diyalogan pêk bîne. Di dewletên cîhanê de hikumet bi hin kesan re li hev dike, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştê heyî ne sendîqa yan jî komeleyeke, lê belê rêveberiyeke ji pêkhateyên herêmê hatiye avakirin e. Lê bi wê re jî, heta niha hikumet dibêje ku ew tu tiştî nabîne û tu pêngavên erênî neavêtine. Li gorî daneyên me di dema niha de tu hevdîtinên Rêveberiya Xweser û hikumetê tune ne. Her wiha hikumetê jî tu pêngavên cidî yan jî erênî di vî warî de pêk neanîne.   REJÎM TENÊ XEYAL DIKE   Rejîm dibêje ji 1963’yan de Partiya Baasê Sûriyê bi rê ve bir. Li gorî metîqa rejîmê çarenûsa welat bi partiyekê ve girêdayî ye ku ew jî Partiya Baase. Her wiha rejîm dibîne ku ji 2011’an de dest bi merheleyeke nû bûye û xeyal dike ku hin komên yekalî hin kes derxistin xwepêşandanan, hin jê hatin kuştin û hinêk dîtir jî birîndar bûn. Rejîm texmîn dike ew dikare mîna berê berdewam bike. Lê di rastiyê de ev welat venagere rewşa berê. Her tişt hat guhartin, heta şêniyên welat jî hatin guhartin. Rejîm heta niha xeyal dike ku herêmê mîna berê vegere. Lê di rastiyê de tu niyeta vê rejîm ya dan û standin an jî diyalogan tune ye. Lê dema vê dibêjim, ne ku hêviyên me bi dawî bûne. Li gorî agahiyên min, li gel Rêveberiya Xweser jî hêviyên diyalogê, bidawîkirina krîza li welat û gihandina çareseriyekê ji pêşeroja Sûriyê re, hene. Em xwedî û şêniyên vî welatî ne, wek çawa mafên rejîmê hene, em jî wek şêniyên Sûriyê mafên me di rêveberiyê de heye, em jî berpirsiyarên Şamê, Deraa, Humis û herêmên dîtir ên Sûriyê ne. Belê em li vir daxwaza maf û nasnameya xwe wek Kurd û tevahî herêmên dîtir dikin. Lê belê em xwe ji Sûriyê qut nakin û divê rejîm bi vê yekê bifikire.   DAGIRGERIYA TIRKIYEYÊ   Pirsgirêkên li herêmê rû didin, di heman demê de pirsgirêkên rejîma Sûriyê ne jî û ew jî berpirsê çareseriyê ye.Rejîm bi erkên xwe ranabe. Bo nimûne, dema Tirkiyeyê herêm dagir kir, rejîmê li hemberê çi kir, çima tu pêngavên cidî li dijî wê neavêtin? Her wiha dema Tirkiyeyê av li ser şêniyên Hesekê qut kir, çima rejîmê tu pêngav neavêtin? Ma bajarê Hesekê ne bajarekî Sûriyê ye? Gelo çima rejîmê heta niha tu gilî ji dewletên ewropî û rêxistinên cîhanê re li dijî dewleta Tirk a dagirker ranekirine? Tirkiyeyê Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz û Bab dagir kirine. Rejîmê ji bo van herêman çi kiriye? Zihniyet dibêje, rejîm van herêman parçeyekî ji Sûriyê nabîne. Em jî vê yekê dibînin ku li ser erdê tê pêkanîn. Di heman demê de jî diyalogê qebûl nake. Tevî wê jî derdikeve û dibêje ku niyeta Rêveberiya Xweser a parçekirina Sûriyê heye. Lê bi xwe berpirsê parçeke Sûriyê ye.   Ji destpêkê û heta niha ve em dibêjin tevahî xêrên li ser erdî yên gelê Sûriyê bi tevahî ye, her wiha em her tim dibêjin ku av, xak û petrola me ji bo tevahî gelê Sûriyê ye. Ji ber vê heke rejîm diyalogê qebûl nake, ne ji mafên wê ye bibêje çima hûn xêr û bêran nadin me.   REJÎM TU PÊNGAVAN NAVÊJE Û BI VÊ HIŞMENDIYÊ SÛRIYE XISTE KRÎZEKÊ   Rejîma Sûriyê gelek ciwanên li Dêrazorê bi kar anîn. Hejmarek ji rûspî û şêxên eşîreyên ereb qetil kir, her wiha di roja paştir de jî QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewanbar kir. Rejîm bi şêweykî eşkere dibêje ku qebûl nake şêniyên herêmê bi xwe herêma xwe bi rê ve bibin. Çima ev rejîm qebûl nake ku Meclisa Dêrazorê bi xwe herêma xwe bi rê ve bibe, çima rejîm di dema DAIŞ derbasî herêmê bû revî û parastina wê nekir? Li ku derê bû dema ku DAIŞ’ê li Dêrazorê bi sedan ji eşîra Şiêtat qetil kir? Gelo çima niha hewl dide li vê herêmê fîtneyan bi afirîne?   Divê em baş zanibin ku ji Dêrazorê revî û kê qurbanî û şehîd da ku herêm hate rizgarkirin. Her wiha divê em bipirsin kî av, nan û xizmetguzariyan ji şêniyên Dêrazorê de dabîn dike, belê Rêveberiya Xweser a ku gelê Dêrazorê rizgar kiriye û her tişt pêşkêşî gelê xwe kiriye û dike, dabîn dike.   Ev rejîm xwe dibîne ku berpirsê tevahî xaka Sûriyê ye, lê divê li gorî vê berpirsiyariyê be. Divê berpirsê rûdanên li Dêrazorê be, berpirsê ewlehî û aramiya li Qamişlo, Koban, Efrîn, Reqa, Tebqa, Minbic, Cerablus, Ezaz, Bab, Serêkaniyê, Girê Spî, Idlib û tevahî herêmên dîtir, be. Divê em ji rejîmê bipirsin ku sedema sekna wê bi kesên alozî, nearamî û fîtneyê li herêmê ewle diafirîne, çi ye? Çima ev rejîm helwestek li dijî dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz, Bab û Cerablusê neda, gelo wateya vê çi ye? Ma welatparêzî bi vî rengî ye! Dive rejîma Sûryê bi beriya 2011’an nefikire, anku divê fikra yek partiyê û hikumeta navendî ji bîr bike.   Me tu rojekê jî negotiye em hikum an jî desthilatê serwer bikin, tu şerê me ji bo gihandina desthilatê jî tune ye. Em dixwazin Sûriyeke demokratîk ku tê de biratiya gel, jiyana hevbeş û mafên gelê Kurd hebe, dixwazin. Kesê vê dixwaze, wê demê em dikarin bigihînin lihevkirina ji bo avakirina pêşeroja Sûriyê.   RÛSYA  LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE TEVDIGERE   Rûsya berjewendî û hebûna bi awayekî aşkere li Sûriyê diparêze. Ji lew re parastina wê ji rejîm re, tê wateya parastina hebûna wê li Sûriyê. Lewma peyman bi dewleta Tirk re danîn û gelek tawîzan ji Erdogan re pêşkêş kirin. Her wiha niha bi Erdogan re peyman û planan îmze dike. Rûsya dixwaze bi rêya dewleta Tirk planên xwe pêk bîne. Heta niha tu sozên der barê êrişên dewleta Tirk de pêk neanîne. Berovajî wê li hember çavên rûsan êrişên dewleta Tirk pêk tên û xwe dikin ku tiştek jî nedîtine.   Tevî hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên domdar bi Rûsyayê re, lê siyaseta wê zelal e. Tu tevgerên rûsî der heqê hevdîtiên Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de tune ne.   REJÎM DIXWAZE RÊVEBERIYA XWESER DERP BIKE    Rejîma difikire tevan têk bibe û rewşê vegerîne beriya 2011’an, wê bi piştevaniya Rûsya, Îran û bi lihevkirina bi Erdogan re êrişî çeteyan li bajarên Sûriyê kir û ji bajarên Sûriyê derxistin. Artêşa Azad derdora Şamê bi tevahî dorpêç kiribû. Lê belê piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê, ev kom ji derdora Şamê hatin derxistin û Efrîn dagir kir. Bi wê re jî rejîma Sûriyê Xuta û herêmên dîtir serwer kir. Bi vê zihniyetê, rejîm difikire ku piştî komên çekdar li bajarên Sûriyê têk bir, dê çawa Rêveberiya Xweser jî têk bibe?   Rejîm nikare yekser şerê Rêveberiya Xweser bike. Ji ber ku rêveberiyê bi rêxistinbûna xwe ya xurt xwe amade kiriye. Ji lewre tu derfetan nabîne ku êrişî wê bike. Bi wê re jî şêniyên herêmê mîna çawa di 2004’an de kiriye, li dijî rêveberiyê bi kar tîne. Di 2004’an di maçeke navbera tîmên Dêrazor û Qamişloyê de rejîmê fîtne derxist. Bi wê re dixwest di navbera Kurd û Ereban de fîtneyan derxîne. Ya herî baş şênî hişyar bûn û li pey wan lîstokan neçûn.   Girêdayî rewşa Dêrazorê jî, rewşa wê bi hevrûkirina bi herêmên dîtir ên Sûriyê re taybet e. Ew jî ji ber cihê wê yê li ser sînorê bi Iraqê re ye. Her wiha di demekê berê de di dema şoreşa Mela Mistefa Barzanî ya li dijî Sedam Husên de taybetmendiya wê herêmê hebû. Rejîm dibîne ku Ereb û Kurd re bi salan e bi hevre dijîn. Ji lewma hedef dike ku şêniyan li Dêrazorê bi kar bîne. Lê belê ji bîr kir ku şêniyên Dêrazorê bi çavên xwe dîtin Kurd û pêkhateyên dîtir ên li herêma Cizîrê çawa cane xwe ji bo rizgarkirina wan ji DAIŞ’ê dan.   Di dema êrişên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê de, şêniyên Dêrazorê ji bo parastina wê, şehîd bûbûn. Ji lew re rejîm hewl dide Rêveberiya Xweser derbe bike. Kaxiza petrol û hebûna Amerîkayê mîna rêbazekî bi kar tîne. Lê tiştên dibêje hincet in û çare di destê rejîmê de ne. Gelo çima Amerîka li vir heye? Rejîm çareseriyan naafirîne, heke biafirîne wê demê Amerîka ne li vir be. Rejîm pirs dike: Çima hemû derfetên heyî di destê Rêveberiya Xweser de ne? Ev rêveberî parastina herêm û destkeftiyan dike, berpirsiyarê gel e û ximzetguzariyan jê re dabîn dike.   Di dewletên cîhanê de dema herêmek girêdayî aliyekî be, aboriya wê ya taybet heye. Lê belê rejîm tiştekî ji van herêman re pêşkêş nake. Îro rêveberiyek heye û van herêman diparêze. Di dema lihevkirina di navbera rejîm û rêveberiyê de çêbû, wê demê dikare gilî bike. Lê belê tu lihevkirinan qebûl nake, berovajî wê bare vê rêveberiyê zêde dike û ev jî tê wateya ku çareseriyê naxwaze. Rejîm negihîşt hedefa xwe, rast e gihîşt hin welatiyên ku dixwestin biratiya gelan, gelê xwe û yekitiya Sûriyê biparêzin. Lê belê dema mirov di aliyên siyasî û stratejîk de lê binêre tu tişt bi pêş nexist. Berovajî wê xwe eşkere kir.   TIRKIYE WEKE DAWIYA XWE DIBÎNE    Gelo rêxistina kesan û pêkanîna suîqastan tê çi wateyê, her wiha ku tu bigihînî nuqteyeke westiyayî û hêviyên gihandina ber bi diyaloga sûrî-sûrî kêm bikî, tê çi wateyê? Rejîmê hesabên xwe xistin wan lîstokan, lê belê tê de şaş kir. Tevahî pergalên dewlet û desthilatê dema hewl didin xwe biparêzin sîxuran ji xwe re çêdikin ku aliyê li hember xwe derbe bikin. Tirkiyeyê, projeya biratiya gelan, neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û pergala demokratîk dawiya xwe dibîne. Ji lew re bi hemû hêza xwe hewl dide têk bibe, wê yekê jî bi rêya şerê çapemenî, siyaset, dîpolmasî, leşkerî û istîxbaratî bi kar tîne, ji lew re sîxuran bi rêxistin dike.   Dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîxuran bi kar tîne. Lê belê hêzên ewlehî û istîxbarata Rêveberiya Xweser derî li pêş hewldanên wan girtin, sûcên wan eşkere kirin û endamên torên sîxurtiyê girtin. Desthilatên Tirk li valahiya digere ku tê re êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, heke ew jî nedît teknolojiya jimarî û tevnên civakî bi baldarî bi kar tîne ku xwe bigihîne agahiyan. Her wiha telefonan guhdar dike, peywendiyên şênî û çalakiyên wan dişopîne. Dewleta Tirk di sîxurtiyê de tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike. Heke dewletek bixwaze sîxurtiyê li dewletekê din bike divê beriya pêkanînê erêkirin hebe. Lê dewleta Tirk bi nepêkanîna qanûnan û sîxurtiya li ser şêniyan bêyî erêkirinê, tê nasîn.   Tirkiyeyê dezgehên çapemeniyê bi rêbazên pisporane bi kar tîne, ji bo wê tecrûbeyên wê yên berê hene. Lê belê di vê yekê de dezgehên çapemeniyê yên dîtbar û guhbar mîna saziyên rêxistinkirî yan jî sivîl bi kar nayne. Lê belê tişta dixwaze belav bike bi rêbazên pisporane ku bi awayeke neyekser bigihîne xwendevan di bin nave "torên civakî" de bi kar tîne. Heke bixwaze êrişî herêmekê bike, siyaset, dost û cîranê dilnizm beriya jehra xwe di êrişî de belav bike, bi kar tîne.   DIXWAZIN QSD'Ê BÊHÊZ Û LEWAZ BIKIN   Tirkiye berî êrîşî herêmê bike, siyaset şerê taybet bi kar anî. Nixumandinekê di mirovên ku gelek destkeftî di şoreşa xwe de bi dest xistine, diçîne. Bo nimûne, serkeftina projeya neteweya demokratîk û pêşdeçûna wê bi xwe serfiraziyek ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye. Lê wisa didin xuyakirin ku li Rohilata Navîn xwedîderketin û erêkirina vê rêgez e ne pêkan e. Her wiha gelek dewletên herêmê bi hev re dijîn, lê nikarin tevahî nakokiyên bigirêk çareser bikin û erêkirinekê di pêngavekê de jî çêkin.   Berovajî wê, ji 9 salan me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê metoda biratiya gelan û jiyana hevbeş hilbijartiye, tê de Ereb, Kurd û Suryan hene. Heta hin caran jî em gihîştin rêyên girtî, lê bi her awayî piştevaniya vê metodê dikin. Ji lew re divê em li siyaseta dewleta Tirk a neeşkere ya li dijî projeya me binêrin, her wiha naxwaze berdewam û bimînin jî. Lê belê dewleta Tirk siyaseta veşartî bi kar tîne û li têla hesad dide û wiha gotibû: "Ev proje mafên Kurd winda kirin, ka Kurd di vê projeyê de li ku ne?"   Wek ku çawa dewleta Tirk niha hebûna Kurdan dîtiye, ne ev tenê jî, wek ku wê dewleta Kurdistanê ava û rizgar kiriye û siyaseta nêzbûna kurdan kiriye. Lê belê hedefa wê ya rastîn kurdan ber bi xwe ve bikişîne ku ew xelasiya kurdan ji zulmê ye. Lê di rastiyê de tenê guhartina di nêrîna kurd û bikaranîna civakê li dijî neteweya demokratîk e.   Li aliyekî din, hebûna me bi hebûna Hêzên Parastina Civakê-Jin û QSD’ê ve girêdayî ye. Wan serkeftin û destkeftî pêk anîn, DAIŞ têk bir. Rûniştina me ya niha û di vê demê de nîşaneya berbiçav a serkeftiyan e. Lê belê dijmin dixwaze van destkeftiyan têk bibe, fîtne û tevliheviya ewlehî li herêmê biçîne, QSD’ê teşhîr bike û sedeman ji erka xweparastinê re derxe, her wiha bêje çima ew qas şehîd û dayikên wan azaran bikişînin. Kesê van gotinan bibihîse, dê bê xapandin. Lê belê di bingeh de dixwaze erkên van hêzan biçewisîne, lawaz bike û ji pêş xwe rake.   QUTKIRINA AVA HESEKÊ PARÇEYEK JI ŞERÊ TAYBET E   Divê bê zanîn qutkirina avê li ser gelê Hesekê jî dikeve çarçoveya şerê taybet. Dema dewleta Tirk avê li ser milyonek mirov qut dike, ew baş dizane çi dike û hedefa wê çi ye. Bi rêya torên sîxurtiyê yên girêdayî wê bala gel dikişîne ber bi Rêveberiya Xweser û wê berpirsiyara qutkirina avê dibîne. Di heman demê de hin kes hene ku idîa dikin welatparêz in û nûnerê mafên gel in û mala wan li gel dadgeha navneteweyî ya "Laheyê" ye û dikarin gileyekî fermî li dijî dewleta Tirk rakin, lê ew jî hatin xapandin ku Rêveberiya Xweser berpirsê vê yekê ye û destê dewleta Tirk di vê yekê de tune ye.   Ya herî balkêş gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê aştîxwaz û bangawazê azadî û aştiyê ye. Her wiha tevî hemû êriş û komployên li dijî wê jî, tu aleke şer hilneda, berovajî hêzên dijber ku siyaseta jihevkirinê pêk tînin. Hin hêz hene di navbera wan de nakokî hene û şerê hev dikin. Tevî ku hin hewldan hene ji bo dîtina çareseriyeke guncaw li gorî herdu aliyan, lê qebûlkirina wan ji çareseriyê re nakokiyan betal nake.   Bo nimûne dema dadgeh biryarekê der barê tiştekî de dide, kesên rêgeza şerê taybet bi kar tîne biryarê bi rêya danîna sernavê ya çewt ku bala xwendevan bikişînin, berovajî dike. Ev mijar jî deriyê li pêş êrişîkirina li ser biryara dadgehê vedike û wêneyekî berovajî ya nakokiya berê derdixe. Di wê demê de tu nizanî ku êdî tu bûyî alaveke ji bo siyasetên xapandinê û beşdarî şerê li ser herêmê dibe. Navê wê têgehê jî, şerê taybet e.   Em niha di bablîsoka şerê taybet de ne. Heke der barê rûdanên li herêmê diqewim de em ne hişyar bin, dê derî heta dawî vekirî be û wê êrişî Rêveberiya Xweser bikin. Her wiha êrişî saziyên sivîl û leşkerî jî bikin. Ji ber civak bi awayekî mezin ketiye bin bandora torên civakî û êdî dewleta Tirk baş dizane çi dike û eşkere êrişî rêveberiyê nake. Ji ber siyaseta wê ya niha ne wek a berê ye. Tenê bi rêya dikeya facebookê dikare tiştên dixwaze belav bike. Her wiha hin caran xwendevan li ser tiştên belavbûyî digihîne baweriyekê ku bi wê re jî dibe alav û fîşenga devê tivingê.   Ji bo parastina rastî û mafên gel divê ne temaşeker bin, lê dive berxwedanê bikin. Mixabin helwesta me temaşeker e, heta hin caran digihîne astekê ku dikevin bandoran û pirsên ne di cih de dikin. Mînak dibe ku hin kêmasî hebûn û dibe ku bi rêbazekî baş bêyî êrişî saziyan bikin, birîn bikin an jî reş bikin nêrînên xwe eşkere bikin. Nimûneyeke din jî, dema biryarek ji çi dadgehekê derdikeve û dibe ku şaş be. Em dikarin itîraza xwe ji meclisa dadgehê re ragihînin. Wê demê dibe ku rastî bi dadgehê re be û gelek hêmanên wê hebûn û di ser me re derbas bûn an jî dibe ku em hin mijaran bibêjin ku di ser dadgehê re derbas bûbin. Em pêşbînî bikin ku rêveberiyê biryareke çewt daye. Li vir mirov dikare pêkêşî parlamen an jî meclisa taybet a ku ew biryar îmze kiriye bike. Wê demê dê hin mijaran ji me re şîrove bike belkî jê xafil bûbin û dibe ku jî piştî nêrîna li paşxaneyên wê biryar rast be.   PIR ZÊDE ÊRÎŞ HENE    Çima em li ser her tiştê ku tê bala me diaxivin, bêyî zanînê bi rêya gotegotan hikum bidin û yekser dest bi êrişan bikin. Ji aliyekî din ve ev reftar û rêbaz di şerê taybet de heye ku dihêle mirov ji bîr bike ku di merheleya şoreşê de ne, wek ku çawa herêmê vegeriye Siwêsra û her tişt bi temamî aram bûye û dive tu kêmanî û çewtî nîn bin. Lê belê ne wisa ye, hê jî em şerê hebûn û nebûnê dikin, hê jî civak di nava vî şerî de ye, tevahî di hewldana parastina destkeftiyan de ne. Çi civak û çi partiyên siyasî dibe, çi jî rêveberên rêveberiyê yên li ser parastina destkeftiyên gel dixebitin dibe di nava vî şerî de ne û li gel wê jî dijmin bê navber êriş dike.   Divê em hev du tehemûl bikin û alîkariya hev bikin. Her wiha tevahî hevkar û karkerên ku saziyên rêveberiyê ku îro bi rê ve dibin şêniyên herêmê ne. Gelo guncaw e bêyî zanîna rastiyê, li gorî gotegotan û axaftinan êrişî van kesan bikin û bi gendeliyê tewanbar bikin. Heta di îslamê de tê gotin"li piş texmînan guneh ye". Ji lew re divê der barê bûyerekê de eşkerekirin, lêkolîn û pirs hebûn û rastiyê zelal bikin, piştre hikumet li ser kes an jî mijarekê bidin. Bi vî rengî civak û rêveberî bi hev re dikarin xwe bi pêş bixin, çewtiyan derbas bikin û xwe ji her êrişekê biparêzin.   LI DIJÎ CIVAKA ME ŞERÊ TAYBET HEYE   Nimûneyek din jî li ser perwerde û fêrbûnê. Pergaleke perwerdê li herêmê heye, merhele bi merhele bi pêş ket, amadekirina mînhacan heye, amadekirina mamosteyan heye, her wiha hin mînhac hatin amade kirin. Lê dibe nêrînên hin aliyan der barê wane yan jî nuqteyên li ser pergala heyî de hebe, yan jî dibe hin wane di aliyê fikrî de çewt bin. Wê demê li şûna em teşhîr û êriş bikin û dibe ku bandorê li aliyên manewî ya xebatkarên vê mecalê bike û pêşketinê sînordar bike. Ma ne çêtir e em serdana wan aliyên taybet bikin an jî pêşniyarên xwe ji bo derbaskirina çewtiyan pêşkêş bikin.   Ji lew re divê der barê şerê taybet de hişyar bin. Şerê taybet bi awayekî bimetod li dijî civaka me tê bikaranîn û hewl didin me ji hev bikin. Hewldidin ku Kurd û Ereban berdin hevudu. Her wiha hewl didin hin saziyên li beramberî hev rakin. Bi wê re jî dibe sedema bawerî bi saziyên me neyê û ev jî dikeve berjewendiya dijmin.   Heke ku xwesteka te sererastkirin be, divê tu li ser çewtiyan bêyî teşhîr û reşkirinê bixebitî. Ev tevahî rêbazên şerê taybet û wek rêbazên ku hin sîxur di civakê de dikin. Li hin kesan belavkirina hin mijar û teşhîrên di nava giştî û bandorkirina wê yan jî nivîsandina wê li ser malperan tê erkdarkirin. Ji lew re divê der barê van rêbazan de hişyar bin.   ARMANCA ME SÛRİYEYEK DEMOKRATIKE   Beriya her tiştî, saziyên heyî û destkeftiyên ku di encama qurbaniyan bi hezaran şehîdî û şêniyên herêmê de bi dest ketine, tevî hin kêmasî û çewtiyan jî, heke parastina van destkeftiyan nekin dê bandoreke neyênî li ser civakê bi giştî bike û bê wê re jî dê rê li pêş pêşdeçûna DAIŞ’ê, rejîm û ajanan li herêmê vebe. Lê parastina van destkeftiyan barê tevahiyan e û çareserî di projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş, biratiya gelan, azadî û fikra demokratiyê de ye. Divê tevahî bizanibin ku şoreş berdewam e û hê bi dawî nebûye. Hê jî em di merheleyên destpêkê yên şoreşê de ne, hin astengiyên dijwar li pêşberî me hene. Her wiha divê em bizanin ku her tişt ne li gorî xwesteka me ye û ji her tiştî re amade bin. Divê ji xwe re xeyalên dûrî rastiyê nenexişînin. Em li Sûriyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Rojava pêkhate, netewe û gelên cuda ne, divê bi hev re parastina van destkeftiyan bikin, astên têkolîn û berxwedanê bilind bikin ku bigihînin Sûriyeke demokratîk ku mafên gelê xwe biparêzin."