Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin 2020-08-23 12:04:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuya kirin ku 27 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û 3 kesan jî, jiyana xwe ji dest dan.  Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mûstafa, danayên 24 saetên dawî yên têkildarî şewba vîrûsa koronayê aşkere kir. Mûstafa, diyar kir ku 27 kes bi vîrûsa koronayê ketin û 3 kesan jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan. Hat dest nîşan kirin ku 3 kesên jiyana xwe ji dest dan, xelkê Qamişlo, Şehba û Reqayê ne.    Li gorî daxuyaniyê, li Qamişlo 12, Dêrik 2, Hesekê 4, Rimêlan 1, Tirbespiyê 1, Dirbêsiyê 1, Amûdê 3 û Şehbayê 3 kes bi vîrûsê ketin.    Ciwan Mistefa daxuyand ku 7 kesên ku bi Koronavîrusê ketibûn, baş bûne. -   Li gorî danayên giştî bi vî awayî tevî hejmara îro, 354 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û 58 kes jî baş bûne.