Li Artemêtê taviya baranê 2020-08-23 14:19:22 WAN –- Li navçeya  Artemêtê, duh bi şev taviya baranê  lêkir, di gelek malan de zirar çêbû û gelek heywan jî mirin. Duh bi şev li Wanê taviya baranê lê kir. Ji ber taviya baranê, li Taxa Emînpaşa ya girêdayî navçeya Artemêtê, di gelek malan de zirar çêbû û gelek heywan jî mirin. Ji ber barana zêde, Çemê Şamranatli ya di taxê re derbas dibe rabû û ava herî û qirêj, ket kolan, mal û axûran.    Ekîbên AFAD’ê di saetên serê sibê de hatin taxê û dest bi xebatê kirin. Niştecihên taxê dixwazin ku zirara wan bê tespîtkirin û alîkarî ji bo wan bê dayîn.