HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin 2020-08-23 16:14:26   ÇEWLIG - HDP’iyan, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de dikandarên navçeya Dara Hênê ya Çewligê ziyaret kirin.    Rêveber û endamên HDP’ê, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, dikandarên navçeya Dara Hênê ya Çewligê, ziyaret kirin. Parlamenterê Çewligê Erdal Aydemîr û endamên partiyê yên pê re, di serdana xwe de bal kişandin ser krîza aborî.    Aydemîr, di serdana esnafan de axivî û wiha got: “Polîtîkayên hikumetê yên şer û dij demokrasiyê bandorê li krîza aborî dike. Li dijî vê pêwîstî bi têkoşînê heye. Encex bi têkoşîneke hevpar, ev rewş bê derbas kirin. Ji bo vê jî HDP temîna aştiyê ye.”    HDP’iyan, di heman demê de, ji bo tevlîbûna “zîncîra aştiyê” ya di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Amedê bê lidarxistin, bang kirin.