Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne 2020-08-23 17:51:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Gîresûnê ji ber lehiya rabû yek jê leşker, 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes birîndar bûn û 11 kes jî winda bûn. Li Gîresûnê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû û her kêliya diçe bîlançoya lehiyê giran dibe. Heta niha ji ber lehiyê yek jê leşker, 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes birîndar bûn û 11 kes jî winda bûn. Lehiyê gelek rê û piran xera kir. Tê diyarkirin ku Santralên Hîdroelektrîk (HES) ên li geliyan hatine çêkirin rê li ber vê lehiyê vedike û her wiha kanên xîzê û rê jî yên li benda newalan hatine çêkirin bûye sedemê lehiyê. 5 KES MIRIN Serokkomar Tayyîp Erdogan di merasîmeka li Tûzlayê de axivî û ragihand ku 5 kesan li Gîresûnê jiyana xwe ji dest daye û lehiyê rê li ber xesarek mezin vekiriye. RENGÊ BAJÊR GUHERIYE Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî jî da zanîn ku ew cara yekem e felaketek wiha dibîne û reng û rûçikê bajêr guheriye. Wezîr û rayedarên dewletê yên neçûn herêma lehiyê jî daxuyaniyên wek “seferberiya dewletê” dan û ev rayedar ne li ser sedema lehiyê sekinîn û ne jî daxwaza xelkê herêmê ku bi salan e li dijî bendavan û HES’an têdikoşîn dîtin.