Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin 2020-08-24 09:01:25 ORDÛ – Serokê Şaxa SES’ê ya Ordûyê Ferît Ceylan diyar kir ku rojane li Ordûyê pêketiyên koronayê ne di bin 150’yî de ye û bi hezaran kesên ji bo berhevkirina findiqan çûne bajarê wan bêkontrol tên xebitandin û ev jî xetereyê bi xwe re tîne.    Piştî pêvajoya “asayîbûnê” her kes ket nava tevgera serbestiyê û bi vê yekê re pêketiyên vîrûsa koronayê li her bajarî zêde bûne. Yek ji van bajaran jî Ordû ya herêma Derya Reş e. Bajarên Ordû û Gîresûnê ji du navendên girîng ên ku findik lê şîn dibin in. Ji ber demsala berhevkirina findiqan bi hezaran karker berê xwe dane Ordû û Gîresûnê. Ev karker ji gelek bajarên cuda hatine vir. Li bajarên wek Rîze û Artvînê jî dema berhevkirina çayê ye û li van her du bajaran kontrola tenduristiyê tê kirin. Lê li Ordû û Gîresûnê ji bo karkerên findikan kontrola tenduristiyê nayê kirin.   Serokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Ordûyê Ferît Ceylan rewşa bêkontroliya tenduristiyê ya karkeran û pêketiyên koronayê nirxand.    KORONA BANDOREK NEYÎNÎ LI HERÊMA DERYA REŞ DIKE    Ceylan destnîşan kir ku rewşa vîrûsa koronayê li ber mehên nîsan û gulanê gelek xerab bûye û rewş li herêmê nebaş e û li ber xetereyek mezin vedike. Ceylan da zanîn ku sistkirina tevdîrên li dijî koronayê xeletî ye û got: “Tenduristiya û saxî û silametiya xelkê ne di xema rayedaran de ye. Tenê difikirin ku wê çawa pere qezenc bikin û ji ber vê yekê jî jiyana xelkê dixin rîskê. Li nexweşxaneyên herêma Ordûyê serwîsên pandemiyê tije bûne. Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daneyên koronayê yên rojane belav nake. Lê ez dikarim bêjim ku rojane hejmara pêketiyên koronayê ne di bin 150 kesî de ne. Heke hejmara rast were eşkerekirin jixwe gel ji neçarî tevdîrên xwe bigire.”   ‘BERHEVKIRINA FINDIQAN ME DIDE TIRSANDIN’    Ceylan bi bîr xist ku li Ordû û Gîresûnê demsala berhevkirina ango paletiya findiqan e û got: “Di serdemek wiha û şertên bi vî rengî de paletiya findiqan jî gelek rîskek mezin bi xwe re tîne. Li herêmê tenê debara xelkê me bi findiqan dibe û ew jî neçarin li gel nexweşînê jî biçin baxçeyên xwe û findiqên xwe berhev bikin. Xetereyan hemû didin ber çavê xwe û diçin. Îsal berhevkirina findiqan dest pê kir. Ev jî me dide tirsandin. Cîhan ber bi meha îlonê ve diçe û cîhan ji vê mehê ditirse. Em jî bi van hejmarên zêde ber bi îlonê ve diçin. Em fikar in lê xwezî ku ev fikarên me ne rast bin.”    MA / Tolga Guney