Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne 2020-08-24 09:02:10   STENBOL – Aborîzan Ozgur Muftuoglû diyar kir ku ragihandina dîtina gaza xwezayî feydeyê nade gelan û got: “Li vî welatî bingeha xweşiyê demokrasî û wekhevi ye. Heta ku gelên Tirkiyê wisa nejîn wê tu çavkaniyê bin erdê xweşiyê neyne.”    Pisporê aboriyê Ozgur Muftuoglû dîtina gaza xwezayî ya ku ji aliyê Serokê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ve wek “mizgînî” hat ragihandin nirxand.    ‘BANDORA LI SER XWEZAYÊ TÊ PIŞTGUHKIRIN’    Muftuoglû da zanîn ku her çavkaniyek bir erdê tê dîtin û derxistin xwedî maliyetek giran e û ev maliyet hem zirarê dide aboriyê û hem jî zirarê dide xwezayê. Muftuoglû diyar kir ku Tirkiye li wir her cûre bandora li ser xwezayê piştguh kiriye û ji bilî wî cihê ku gaz lê hatiye dîtin li gelek deverên din jî girîngiya xwezayê li ber çavan nayê girtin. Muftuoglû anî ziman ku ji bo vê gaza xwezayî wê di qada navnetewî de jî hin çavkanî, kredî û peyman bên çêkirin û wê bi hevkariyê vî karî birêve bibin.    ‘WÊ TU FEYDEYA VÊ GAZA XWEZAYÊ LI XELKÊ NEBE’    Muftuoglû vê pirsa “Ev tişta ku wek mizgînî ji xelkê re hat ragihandin, wê çi tesîrê li ser xelkê bike” kir û got : “Meseleya gaza xwezayî berê jî gelek caran bûbû mijara ‘mizgîniyê.’ Baş em bêjin li vir çavkaniya bin erdê hat dîtin. Wê ji bo Tirkiyê xweşiya wê çi be? Dema em li vê dinêrin jî wê ev ne mimkin be. Lê belê wê dewrî wan şirketên li hev kirine bikin. Ji ber vê yekê jî wê wê feydeya vê gaza xwezayî li xelkê Derya Reş û gelên Tirkiyê nebe. Li vî welatî bingeha xweşiyê demokrasî û wekhevi ye. Heta ku gelên Tirkiyê wisa nejîn wê tu çavkaniyê bin erdê xweşiyê neyne. Niha îqtîdar ketiye derdê wê çawa xwe li ser pêya bihêle û xwe bi hêz bike. Loma tu feydeya van tiştan li xelkê nabe.”    MA / Ferhat Çelîk