Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin 2020-08-24 09:03:00 ENQERE – Karkerên çandiniyê yên li Balaya Enqereyê dixebitin tu mîsogeriya wan nîne û tevî ewqas rê jî tên dixebitin bi heqdestên erzan dixebitin û tade û keda wan nayê dîtin.  Ji ber debara wan nabe bi sedan kîlo metre rê diçin û diçin deverên cuda yên Tirkiyê dixebitin. Ew karkerên çandiniyê ango demsalî ne. Ev karker bê sîgorta û di nava şertên nebaş ên tenduristiyê de dixebitin. Li gorî rapora Meclîa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a meha tîrmehê herî kêm 164 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Mirin herî zêde di milê çandiniyê û daristanan de diqewime.    ŞERTÊN WAN NEBAŞ E   Yek ji van cihê ku karkerên çandiniyê lê dixebitin jî gundê Şanlikişla ya navçeya Bala ya Enqereyê ye. 150 kon li vir hatine vedan û ji zarokan heta kal û pîran nêzî 600 kesî di nava şertên giran de dixebitin. Karker ji serê sibê heta êvara dereng li nav zeviyan pîvazan berhev dikin û cihê lê dixebitin hemû strî ne. Ev eziyeta karker dikişînin rewşa zehmet a şertên karkeran radixe ber çavan. Karker heke 7 kîs pîvaz berhev bike rojê beramberî wê 50 lîre qezenc dike. Jiyana wan a din konan de jî zehmet e û av, ceryan û jiyana civakî nîne. Karker li dijî dahata newekhev nerazîbûn nîşan didin û dixwazin rewşa wan were rastkirin. Karker diyar dikin ku ew 20-30 kes li heman wesayîtê siwar dibin û ev jî rê li ber talûkeyê vedike.    Karker diyar dikin ku her tiştê wan bi pere ye û şaredarî bi pereyan avê difiroşe wan. Karker destnîşan dikin ku ew heqê ked û karê dikin û tadeya li wan tê kirin nastînin û bi erzanî tên xebitandin.    DIXWAZIN KU GUHERÎNA YASAYÎ PÊK WERE    Serokê Giştî yê Sendîkaya Tarim Orkam Senê Hamît Kûrt û endama Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Asrin Keleş jî xwestin ji bo şert û mercên karkerên demsalî guhertina yasayî were derxistin.    MA / Eylem Akdag