Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne 2020-08-24 11:28:03   GÎRESUN - Li Giresunê ku lehî lê rabû, heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û hêj 9 kes jî winda nin.     Li Giresunê di 22'ê Tebaxê de lehî rabûbû. Ji ber Santralên Enerjiya Avê, (HES), Kanên keviran, li lêvên çem û rûbaran tên avakirin, barana ku dibare dibe lehî. Piştî barana zêde li Gîresûnê bariya, lehî rabû û heta niha 7 kesan di ava lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. Hêj 9 kes jî winda ne. Li Dogankent, Derelî û Yaglidereyê, 17 avahî ji ber lehiyê hilweşiyan û 361 avahiyan zerar dît. Li Derelî kepçeya ku 5 esker û operatorê kepçeyê têdebûn ber bi lehiyê çûbûn. Di kepçeyê de Çawişê Pispor Onur Kiran, Erdem Çitir mirî hatibûn ditin. 2  esker û operatorê maşînê jî winda bûn. Serê sibê cenazeyê esker Burak Tok dîtin lê hêj eskerekî din winda ye. Heta niha di lehiyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û hêj 9 kes winda ne. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê yekine bi 988 kes û 288 maşîneyan lêgerînê didomînin.    Piştî lehiyê ceyrana 70 gund û 8 taxan qut bû. Piştî xebatê ceyrana 49 gund û 4 taxan dîsa berdan.