Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin 2020-08-24 13:30:16 STENBOL - Saziyên ku li ser zimane Kurdî xebatan dimêşînîn, li ser nezikbûna Turk Telekome ya li hemberî zimanê Kurdî şermezar kirin û wiha gotin: “Em daxwazê ji saziyên bazirganî, fermî û hwd. dikin ku xizmeta bi Kurdî jî pêşkêş bikin û pir-zimaniyeke li gorî rastiya qada xebatên xwe bidin pêşiya xwe.”    Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta , Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çand û Hunerê (Dîsa-Der), ji bo nêzîkbûna nûnertiya Turk Telekomê y li hemberî Kurdî û li ser daxuyanîya Turk Telekomê, daxuyanîyeke hevpar parvekirin.    Daxuyaniya saziyan wiha ya: “Weke saziyên ku ji bo zimanê Kurdî xebatê dikin, me pêwîst dît ku em raya giştî ji wê helwesta dij-Kurdî ya xebatkarek ji xebatkarên Turk Telekomê û piştre jî helwesta înkarkar a ku Turk Telekomê wek saziyek li dijî zimanê Kurdî di encama vê bûyerê de nîşan da, agahdar bikin.   ‘POLÎTÎKAYÊN ASTENGKİRİN, QEDEXEKİRİN BERDEWAM İN’   Piştî avabûna netewe-dewletên ku li ser Kurdistanê desthilatdar in, polîtîkayên asîmîlasyonîst û tunekirinê li hemberî zimanên gelên di bin desthilatdariya van dewletan de tundtir dibin. Hê çend hefte berî niha li navçeya Sûra Amedê ji hêla jendermeyan ve xwendina mewlûda Kurdî hatibû astengkirin. Di gel vê yekê, dewleta Îranê ji bo her saleke hînkirina zimanê Kurdî salek cezaya zîndanê û bi giştî 10 sal cezaya zîndanê li mamosteyeke zimanê Kurdî birî. Ev bûyer nîşan didin ku polîtîkayên astengkirin, qedexekirin û kirîmînalîzekirina zimanê kurdî hîna berdewam in.   ÇİMA NAVÊ KURDÎ HİLNEDAYE    Her sazî û kesa ku xwestiye li dijî vê polîtîkaya asîmîlasyonîst derkeve, bi hincetên curbicur ên wekî ‘tehrîk û teşwîqkirina gel li hember dewletê’ hatine tepisandine û ceza li wan hatiye birîn. Her ev hinceta navborî çi tesaduf e ku di daxuyaniya Turk Telekomê de xwe nîşan da ku raya giştî wê wek saziyeke bazirganî dizane û ew bi xwe jî angaşt dike ku ‘bi dirêjahiya temenê xwe yê 180 salî tu cudahî nexistiye navbera dîn, ziman û nijadekê.’ Eger bi rastî jî ev angaşta vê saziyê rast be, çima Turk Telekom di daxuyaniya xwe de qet navê Kurdî hilnedaye û heta niha tu xizmeteke xwe bi zimanê Kurdî çênekiriye ku 30 mîlyon Kurd pê diaxivin li qada wê ya xizmetê?   Vê bûyerê careke din nîşanî raya giştî da ku helwesta înkarkirin û qedexekirina Kurdî çi ji hêla saziyên bazirganî ve be çi ji hêla saziyên fermî yên dewletê ve be hîna jî li dar e. Em wek sazî vê helwesta kirêt şermezar dikin.   XEBATÊN XWE BİDİN PÊŞİYA XWE    Bi vê boneyê em careke din gelê xwe û raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê helwesta înkarkar û qedexekar agahdar dikin û daxwazê ji saziyên bazirganî û fermî û hwd. dikin ku xizmeta bi Kurdî jî pêşkêş bikin û pir-zimaniyeke li gorî rastiya qada xebatên xwe bidin pêşiya xwe.”