Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin 2020-08-24 16:11:12   AMED – Parêzerên malbata Îpek Er ji ber ku Mûsa Orhan bû sedemê întîhara Îpek Er derbarê wî de li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kir.    Çawişê Pispor Mûsa Orhan yê li Sêrtê wezîfe dikir desdirêjî Îpek Er (18) a li gundê Hemdûna Qûbîna Êlihê dimîne kiribû. Er di 16’ê tîrmehê de ji ber vê sedema destdirêjiyê hewl da xwe bikuje. Er 34 rojan di 18’ê tebaxê de li nexweşxaneyek taybet a Êlihê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Parêzerên malbata Er, derbarê Mûsa Orhan ku sûcê “êrişa bi wesf a zayendî kiriye” kiriye gilî kir û xwest were darizandin. Gilî bi îmzeya 11 parêzeran pêk hat û serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan. Parêzeran got Orhan di heman demê de sûcê ku Îpek Er biriye întîharê jî kiriye.    Her wiha parêzeran ragihand ku ew ê derbarê wan polîsên ku merasîma cenazeyê Er asteng kirine jî gilî bikin.