Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne 2020-08-25 11:06:22   AMED - Malbatên Salih Ekîncî û Îzet Yîgît ên HPG’î ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin, beriya 77 rojan, ji bo testa DNA’yê xwîn dabûn, lê hêj encam derneketiye.   Malbatên Salîh Ekîncî (Devran Devrîm) û Îzet Yîgît (Fîraz Amed) ên HPG’î ku di 9’ê Hezîranê de, li navçeya Mêro ya Xarpêtê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin beriya 77 rojan ji bo testa DNA’yê xwîn dabûn. Ji ber ku hêj encam derneketiye, malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin.    Hat hîn bûn ku rayedarên leşkerî yên Xarpêtê di 9’ê Hezîranê de li Malbatên Ekîncî û Yîgît geriyane ku lawên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê her du malbat, di 10’ê Hezîranê de çûn Xarpêtê. Malbatan ewil serî li Serdozgeriya Komarê ya Xarpetê dan û pişt re çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê testa DNA’yê xwînê dan. Lê ligel ku 77 roj derbas bûn jî, hêj encama DNA’yê derneketiye. Hat zanîn ku Malbata Yîgît ji bo alîkariyê serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Ya Ji Bo Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) jî daye.