Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye 2020-08-25 11:36:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna doza parêzera Malbatên Pirsûsê û malbata Şenyaşar Sevda Çelîk Ozbîngol ku 5 meh in girtî ye dê di 27'ê Tebaxê de li Edliyeya Rihayê bê dîtin.  Yekenîn danişîna doza parêzera malbatên Pirsûsê û malbata Şenyaşar Sevda Çelik Ozbîngol dê di 27'ê tebkaxê de li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. Gelek platform, komele û rêxistinên hiqûqê ji bo balê bikişînin ser doz û danişîna parêzer û endama Platforma Parastina Pirsûsê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, li ser hesabê medya înternetê bi hişyariya "#AvSevdaÇelikÖzbingöleÖzgürlük" (#JiParêzerSevdaÇelîkOzbîngolreAzadî) haştek dan destpêkirin. Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD), diyar kir ku endama wan Prz. Sevda Çelîk Ozbingol ji ber karê xwe yê pîşeyî hatiye girtin û 5 meh in neheq girtî ye. OHD'ê da zanîn ku yekemîn danişîna doza Parêzer Sedva Çelîk di 27'ê Tebaxa 2020'an roja pêncşemê tê dîtin. OHD'ê bang li hemû hiqûqnas û dostên xwe kir ku tev li danişîna doza Sevda Çelîk bibin.