ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-26 09:00:09   * Ji girtiyên nexweş Tenzîle Acar her ku diçe rewşa wê giran dibe. Dayika Acar Rismiye Acar xwest ku keça wê were berdan û got: “Diz û kujer hemû hatin berdan lê kesên ku sûcên wan tune jî terkî mirinê tên kirin. Ev sepanek ne însanî ye.”   * Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, betalkirina tevdîrên der barê şewba Covîd-19'ê de rexne kirin û got, ji ber şert û mercên xiran gelek bijîşk îsitifa kirine û bijîşkên ciwan jî dixwazin biçin derveyî welêt.   * Li nexweşxaneyên Êlihê ji ber pêketiyên koronayê cih nema. Tê gotin rojane testa 350 kesî pozîtîf derdikeve. Pêketiyên koronayê yên dixwazin biçin nexweşxaneyan jî ambûlans wan nabin. Ev dibe cihê nîqaşê. Hevserokê SES’ê Denîz Topkan got hefteya bihûrî 7 kesên di dora lênêrîna awarte disekinîn mirin.    * Rojnamevan Bahadir Ozgur anî ziman ku ji zûv de ye îqtidara siyasî nikare der barê texrîbata ji ber krîza aborî û pandemiyê rû daye de polîtîkayek hilberîne û got. "Li paşperdeya propagandaya piroleyî ya di ser rezerva gaza xwezayî ya li Behra Reş de ev tişt heye."    * Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, anî ziman ku feraseta ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhanê ku bûye sedeam mirina Îpek Erê diparêzer, hewl dide wî bide berdan.    * Cenazeyê Bariş Bardakçi ê HPG’î, ji ber ku dozger bi destûr e, ligel ku encama DNA’yê diyar bûye jî, nadin malbatê.    * Li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek qeydên ji bo qursên kurdî dest pê dike. Yek ji xebatkarên komeleyê nivîskar Bahattîn Robar, diyar kir ku ji bo pêşxistin û hînbûna ziman ew dixwazin her kes tevlî qursên wan bibin.    * Mezrika Nêbarî ya Colemêrgê ku 66 mal lê hene, bi salan e bê av e. Şêniyên mezrikê anîn ziman ku gelek caran serlêdan kirine lê belê dîsa jî tiştek nehatiye kirin.   * Wexta berhevkirina îsota bi nav û deng a Rihayê dest pê kir.    * Şandeya KCD'ê û DBP'ê dê li Wan û Mêrsînê serdanên xwe bidomînin. (10.00-18.00)   * Nûnertiya TGS'ê ya Amedê dê ji bo nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Cengîz Anil Bolukbaş ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin li avahiya sendîkayê daxuyanî bide. (12.00)   * Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê wê ji bo çalakî û şahiyên di 28 û 31'ê tebaxê de li bajêr li dar bixe banga beşdariyê bike. (13.00)    * Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê dê têkildarî vekirina dibistanan li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Kordînasyona Ji Parastinê Re Azadî dê ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne li ber Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (15.00)