Ev gund, bi salan e bê av e 2020-08-26 09:05:47 COLEMÊRG – Mezrika Nêbarî ya Colemêrgê ku 66 mal lê hene, bi salan e bê av e. Şêniyên mezrikê anîn ziman ku gelek caran serlêdan kirine lê belê dîsa jî tiştek nehatiye kirin.  Mezrika Nêbarî ya gundê Peylan a navçeya Gever a Colemêrgê ku 66 mal lê hene, bi salan e bê av e. Şêniyê mezrikê Hasan Çîçek, anî ziman ku piraniya kesên li mezrikê debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin û got: "Erdên me hene, lê ji ber ku av tuneye kes çandiniyê anke. Ji bo meseleya avê bê helkirin, tenê rêyek heye ew jî ava kaniya li derveyî gund, bikişînin nava gund. Me heya niha gelek caran serlêdan kiriye, lê hîn jî tiştek nehatiye kirin."    Her wiha Çîçek anî ziman ku rêya gundê wan jî ne tu rê ye û got, kes ji bo gundê wan xizmetê nake.   Şêniyê gund Saît Coşkal jî got: "Li gundê me av tuneye. Ji ber ku av tuneye em nikarin erdên xwe av bidin. Li gund her kes sewalvaniyê dike. Havînan heywan li mêrgan e, lê zivistanê giya tuneye em bidin wan. Em li gund in, lê em ji bo çile diçin giyayê heywanan ji gundên din dikirrin. Kes xizmeta nake. Rêya gund hemû koncal in. Çend caran soz hat dayîn, lê dîsa jî nehat çêkirin."    Kemal Coşkal jî anî ziman ku ger rayedar bixwazin dikarin pirsgirêkên gundê wan hel bikin, lê belê kes guh nade gundê wan.