Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan 2020-08-26 01:45:30 AMED – Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, anî ziman ku feraseta ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhanê ku bûye sedeam mirina Îpek Erê diparêzer, hewl dide wî bide berdan.  Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, anî ziman ku dewlet dixwaze Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ku tecawizî Îpek Erê kiribû û bûbû sedema Erê, bide berdan.    ‘TECAWIZ KONSEPTEK E'    Ûca, diyar kir ku tecawiz konsepteke nû ya îqtidara AKP-MHP'ê ye û bal kişand ser kesên ji ber taciz û tecawizê hatibûn girtin û bi qanûna înfazê ya re hatibûn berdan. Ûca, bibîr xist ku dewlet dixwaze ser hemû bûyerên taciz û tecawizê bigire û got: "Dewlet hay ji hêza jina heye û loma hemû jin kirine hedef. Tirkiye jî yek ji van dewletan e. Kesên şidetê li jinê dikin, kesên taciz û tecawizê dikin tên berdan. Heger ev kes peywirdarekî cemaweriyê be, ji bo neyê bihîstin ser bûyerê tê girtin. Dû re jî wan bera nava civakê didin. Ev ligel komkujî, binçavkirin û girtinan tê kirin. Ser bûyerên li Stenbol, Şirnex, Agirî û Amedê bi awayekî tên gitin. Ev hemû perçeyeke konsepta nû ye. Vê yekê bi zanebûnî dikin."    Ûca, bal kişand ser rewşa Îpek Er ê ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhan tecawiê wê kiribû û bûbû sedema mirian wê. Ûca, destnîşan kir ku Erê ji bo ku edalet tecellî bike serî li gelek cihan daye, lê belê hemû derî li ser wê hatine girtin û taliyê xwe kuştiye. Ûca, bibîr xist ku ji roja ku bûyer qewimiye Er serî li meqamên edlî daye, lê belê îfadeyên wê yên li Sêrt û navçeya Qubînê ya Êlihê esas jî nehatine girtin û got, ancax piştî întiharê sûcdar hatiye binçavkirin lê belê cardin hatibû berdan. Ûca, bibîr xist ku piştî Er serî li meqamên edlî daye, Orhan jî cardin çûye ser karê xwe û got, di vê demê de Er bi tena serê xwe maye. Ûca, destnîşan kir ku heger dewletê peywira xwe bi cih bianiye wê Îpek Er sax bûna û got: "Berpirsiyarê mirina Erê dewlet e. Ji dozger heya polîs û eskeren her kes sûcdar e."    Her wiha Ûca, bibîr xist ku Îpek Er sê caran emeliyat bûye.    ÇAVÊ WAN LÊ ORHAN BERDIN   Ûca, destnîşan kir ku di dema wergirtina rapora otopsiyê ya Îpek Erê polîsan nehiştiye parêzerê malbatê bikeve hundir û got, ji destpêkê heya dawî bêhiqûqîtiyek hebûye. Ûca, ji bo astengkirina polîsan ku nehiştibûn parêzer têkeve hundir got, ev jî tê wateya ku hin tişt hatine veşartin. Ûca, anî ziman ku rapora otopsiyê ji bo dozê pir girîng e.    Her wiha Ûca anî ziman ku dê danişîan ewil di 16'ê Cotmehê de bê lidarxistin. Ûca, hişyar ku dibe ku delîl bên windakirin û got, feraseta ku Çawîşê Pispor diparêzer hewl dide wî bide berdan.    Herî dawî Ûca destnîşan kir ku doza Erê doza jina ye û got, pêvajoya ji niha û pê ve pêvajoyeke girîng e.    MA / Fethî Balaman