Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar 2020-08-26 10:39:41 AMED – Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê yê Amedê Cengiz Anil Bolukbaş ku 3 kesên xwe wekî endamên îstîxbaratê dan nasîn û ew binçav kirin, ewil xwestin bibe sîxur û piştre gefa “Bomba diteqin. Tu dixwaze vê berpirsiyarê bide ser xwe" li wî xwarin.  Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê yê Amedê Cengîz Anil Bolukbaş di 24'ê Tebaxê de ji aliyê 3 kesên ku xwe wekî endamê îstîxbaratê dan nasîn hat binçavkirin. 3 kesên ku Cengîz Anil Bolukbaş revandin, ewil xwestin Cengîz bibe sîxur, piştre gef li wî xwarin. Bolukbaş, diyar kir ku 14 rojin tê şopandin.    ‘EM Ê ŞOPANDINA TE BIDOMÎNIN'    Cengîz Anil Bolukbaş, serpêhatiyên xwe bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. Bolukbaş, anî ziman ku di 24'ê tebaxê de dema li Semta Ofîsê ya Amedê çû cem hevalê xwe, 3 kesan ew rawestand û wiha got: "3 kesên ez rawestandim, gotin 'em dixwazin der barê mijarekê de bi axivin'. Xwestin min bibin cem kesê li hemberê tostan çê dike û em li wir çayê vexwin. Min got hûn ji kijan şaxê ne. Gotin 'Em ji îstîxbaratê ne'. Çend agahiyên der barê min de rêz kirin. Gotin 'Te li Zanîngeha Dîlokê beşa Endezyariya Makine xelas kiriye. 13- 14 mehin tu li Amedê dijî. Di heman demê de tu nûçegîhaniya Rojnameya Evrenselê dike.' Dîsa hin agahiyên malbata min bi min re parve kirin. Gotin '4 xwişk û birayê te hene' Der barê lêpirsîn û dozên li min hatine vekirin axivîn. Diyar kirin ku ev lêpirsînên li te hatine vekirin dê sibê du sib derkevin pêşberî min. Anîn ziman ku xwişka min ketiye ezmûnê û dixwaze bibe karmendê dewletê. Dîsa gefa ku dozê min dê li pêş malbatê bibe asteng. Xwestin di vê mijarê de alîkariyê bi min re bikin. Gotin 'Em ê alîkariya maddî û manevî bidin te'. Dîsa destnîşan kirin ku ez nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê û di heman demê de endamê Partiya Kedê (Emek Partisî) me. Gotin 'Dibe ku partiya we îro pardiyek legal be, lê sibê dibe bibe bartiyek îlegal jî' û xwest ez di vê mijarê de baldar tev bigerim. Xwestin ez agahiyan bidin wan û sixûriyê ji wan re bikim. Xwestin ez bi wan re kar bikim û diyar kirin ku kesê vê yekê nizanibe. Aşkere xwestin ez bibim sixurê wan. Min ev daxwaza wan red kir. Lê dîsa israr kirin. Piştî min daxwaza wan dîsa red kir gotin ‘Temam hûn karê legal dikin, lê hin rêxistin li vir tev li karê îlegal dibin. bomba diteqin. Tu dixwaze vê berpirsiyarê bide ser xwe?' û gef li min xwarin."    ‘14 MEH IN EM TE DIŞOPÎNIN'   Bolukbaş, anî ziman ku 3 kesan wekî ku dê EMEP sibê karê îlegal bike nîşan dan û gef li wî xwarin. Bolukbaş, da zanîn ku 3 kesan xwest ew zû vê teklifê red neke û çend rojan li ser vê daxwaza wan a sîxuriyê bifikire. Bolukbaş anî ziman ku 14 mehin tê şopandin û wiha  got: "Gotin '13-14 mehin ji roja tu hatiye Amedê heta niha em te dişopînin. Tu bêje na jî em ê şopandina te berdewam bikin'. Piştre min ev daxwaza wan red kir û ji cem wan çûm."    Bolukbaş, da zanîn ku zextên li ser rojnamegeran li bajarên Kurdan bêtir derdikeve pêş û wiha bi dawî kir: "Rojnamegerên ku dixwazin gel agahdar bikin rastî tundî û gefên bi vî rengî tên. Der barê nûçeyên ku rojnamger çêdikin wekî propaganda pênase dikin û dozê vedikin. Ev nîşan dide ku îqtîdar çawa nêzî azadiya çapeeniyê dibe. Dîsa nîşan dide ku Rojnameya Evrenselê 25 salin çawa rojnamegeriyê dike. Di şexsê min de hat dîtin ku Rojnameya Evrenselê di şertê çawa de kar dike û di bin zextek çawa de weşangeriyê dike. Me tu carî dest ji xebatên rojnamegeriyê berneda. Em ê tu carî li dijî van zext û tundiyan jî dest ji rojnamegeriyê bernedin. Daxwaz û ferzkirina sîxuriyê cureyekî îşkenceyê ye. Bi vê spartina sîxuriyê êrîşî hemû nirxên mirovan dikin. 13-14 mehin min dişopînin. Ez dixwazim dest ji vê tacîzê berdin. Ez ji hemû hempîşe û cemaweriyê dixwazim ku li dijî vê yekê hestiyar tev bigerin."    MA / Cahît Ozbek