Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike 2020-08-26 11:00:05 SERT - Çawîşê Pispor ê tecawizkar Musa Orhan piştî 7 rojan girtî ma, dadgehê li ser îtîraza parêzerên Orhan ew serbest berda. Serokê Baroya Sêrtê Nîzam Dîlek, diyar kir ku ew nizanin ku dadgehê li gorî çi biryara berdana Çawîşê Pispor ê tecawizkar daye. Dilek, anî ziman ku ew dê berdana Musa Orhan ê tecawizkar îtîraz bikin. Li navçeya Bişêrî ya Êlihê Çawîşê Pispor Musa Orhan tecawizî jina ciwan a 18 salî Îpek Er kiribû. Ji ber Çawîşê Pispor Musa Orhan nehat girtin, Îpek Er di 16'ê Tîrmehê de hewl da întîhar bike û birîndar bûbû. Piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê, di 18'ê tebaxê de, der barê çawişê pispor Musa Orhan ê ku bû sedema kuştina Îpek Er de bi sucdariya "Êrîşa zayendî ya çawanî" biryara girtinê da. Lê Musa Orhan piştî 7 rojan girtî ma, dadgehê dîsa biryara berdana wî da.    Serokê Baroya Sertê Nizam Dilek, bertek nîşanî berdana Çawîşê Pispor Musa Orhan da û wiha got: "Em ê biryara berdana Orhan îtîraz bikin. Divê dîsa Orhan bê girtin. Li ser îtîraza me û Serdozgerê Komarê yê Sêrtê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê biryara girtinê dabû. Li ser îtîraza parêzerên Orhan, dadgehê duh dîsa Orhan serbest berda. Wekî serokê Baroyê û Komîsyona Mafê Jinan a Baroyê em ê berdana Musa Orhan dîsa îtiraz bikin û bixwazin ku Orhan dîsa bê girtin. Em pêvajoyê dişopînin. Em nizanin ku dadgehê li gorî çi biryar daye. Di aliyê hiqûqê de çi pêwist be em ê bikin. Divê Musa Orhan bê girtin."    Hat diyar kirin ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê jî ji bo Orhan bê girtin îtîraz kiriye .