Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê 2020-08-26 15:38:37   AMED - Malbata Ramazan Gurkan ê HPG’î cenazeyê lawê xwe li goristana Gundê Xizginos ê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê spart axê.   Malbata Ramazan Gurkan ê HPG'î ku di 9'ê hezîranê de bi Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î re li navçeya Farqînê ya Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê lawê xwe li Gundê Xizginos ê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê duh di saetên şevê de spart axê. Endamên malbatê û gundî beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn. Polîsan heta navçeya Licê cenaze şopand.   Piştî ku Malbatên Gurkan û Ûgûrlayan pê hesiyan ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, di 6’ê tebaxê de ji bo testa DNA’yê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê xwîn dan. Rayedarên leşkerî di 24’ê tebaxê de malbat agahdar kirin ku encama testa DNA’yê bi encam bûye. Li ser vê yekê jî malbat di heman rojê de çûn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê cenazeyên zarokên xwe wergirtin.    Rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Ya Ji Bo Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ên ku xwestin piştevaniya malbatan bikin, polîsan ew asteng kir û nehiştin biçin cem malbatan.