Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin 2020-08-27 09:03:56   ÎZMÎR - Der barê xwendekara Zanîngeha Egeyê Emîne Akbabayê de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsî bi hinceta ku Akbaba tevli çalakiya protestokirina der barê kuştina Pinar Gultekînê de bûye hatiye destpêkirin.    Di 2'yê Tîrmehê de li semta Alsancak a Îzmîrê der barê kuştina Pinar Gultekînê de çalakiya protestokirinê hatibû lidarxistin. Ji ber vê çalakiyê der barê Xwendekara Zanîngeha Egeyê Emîne Akbabayê de lêpirsîn hat destpêkirin. Desteya Rêvebir a Zanîngeha Egeyê, ji ber vê yekê gazî Akbabayê kiriye û xwestiye îfadeya wê bigire. Akbaba, anî ziman ku armanca lêpirsînê ew e ku têkoşîna jinê ya li kampusan bê tepisandin.    Akbaba, anî ziman ku ji sala 2015'an ve der barê wê de bi dehan lêpirsîn hatine destpêkirin û bi gştî 5 caran cezayê dûrxistinê lê hatiye birîn. Akbaba, diyar kir ku yek ji kesên ku cezayê dûrxistinê lê biriye jî Rektorê Zanîngeha Egeyê yê berê Cuneyt Hoşcoşkûn bûye û got, ev kes ji ber ku qaseya zanîngehê vala kiriye û ji ber ku endamê FETO'yê ye reviyaye û hîn jî qaçax e.    'EM XWEDÎ LI KENÊ WÊ DERDIKEVIN'    Akbaba, bibîr xist ku jinên tevli çalakiya ji bo Pinar Gultekînê bûne, polîsan li hemûyan daye û ew binçavkirine û got: "Bi salan e, dixwazin pêşî li têkoşîna jinê ya li zanîngehan bigirin. Kesên vê yekê dikin wê rojê xwestibûn kenê Pinar Gultekînê asteng bikin. Em jin wê rojê çawa ku me got wê yek ji me jî kêm nebe û em xwedî li kena Pinarê derketin, îro jî em dibêjin Peymana Stenbolê jiyan e û em ê tim jî biqîrin."    Akbaba, ji bo îfadeya li zanîngehê jî got: "Heyeta dibistanê ji min re got, pirsên ku dê jê bipirsin ji aliyê heyeta YOK'ê ve hatine amadekirin. Lê belê pirs derbarê awayê çalakiyê de bûn. Min ji heyetê re got ev ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin û ew ê îfadeyê nede. Heyetê jî ji min re got, 'dê ceza li te bê birîn."    Akbaba, detsnîşan kir ku jin li zanîngehan li dijî taciz, tecawiz, zayendparêzî û homofobiyê têdikoşin û got, Peymana Stenbolê ji bo wan pir girîng e û ew ê tu carî wê nekin mijara bazariyê.    Akbaba, destnîşan kir ku wekî her qadê zanîngeh jî vediguherin qadên mêran û got, berya her tiştî divê naveroka dersan li ser asasê wekheviya zayendiyî bên amadekirin. Akbaba, anî ziman ku li dijî tacizan û tehekumiya akademîsyenên mêr a li ser bedena jinê, jinên li akademiyê jî bi awayekî rêxistinkirî têdikoşin û got: "Necdet Bûdakê ku wekî qeyûm tayinî Zanîngeha Egeyê hatiye kirin, çendî ku xwe wekî dostê xwendekaran nîşan bide jî, lê em wî ji çalakiyên ku me der barê jinên hatine kuştin de, ji gotinên wî yên der barê Zulal Tutuncuyê de baş nas dikin. Zulal hevala me bû. Em ê nehêlin ne Zulal ne jî Pinarê bê jibîrkirin. Em ê her tim li dijî taciz û tehekumiya akademîsyenan û mufredata ne li ser asasê wkeheviya zayendî bitêkoşin."    MA / Sevda Aydin