5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin 2020-08-27 09:04:35   AMED - Li Amedê 5 xizmên G.A. ya 21 salî tecawizî wê kirine û ducanî bûye. Lê belê çendî ku giliyê wan kiriye jî, der barê yekî jê de jî tiştek nehatiye kirin. G.A. ya ku gef lê hatine xwarin li stargehekê hatiye bicîkirin û zaroka ku aniye dinê jî jê stendine, dane malbateke parêzker.    Li Taxa Çûkûr a navçeya Hênê ya Amedê, 5 xizmên G.A. ya 21 salî tecawizî wê kirine. Li gor agahiyên bi dest ketine bavê G.A.yê astengdar e û diya wê jî felcî ye. Di sala 2019'an de A.D., M.A., Î.A., Ş.A. û Î.A. gelek caran tecawizî G.A.'yê kirine.    BI MIRINÊ GEF LÊ XWARINE    G.A. ku 5 kesan tecawizî wê kiriye, heman kesan jî bi mirinê gef lê xwarine û ji tirsa newêribûye ji kesî re bibêje. Lê belê piştî demekê gava jina ciwan pêdihese ku ducanî ye, diçe Dozgeriya Komarê ya Hênê û giliyê kesên tecawizî wê kirine dike.    TENÊ TESTEKE DNA'YÊ HAT KIRIN    Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de tenê îfadeya A.D. hatiye wergirtin û ji bo bê fêmkirin bê ka bavê pitikê ye yan na testa DNA'yê hatiye kirin.    Piştî li navçeyê bûyer tê bihîstin, malbatên kesên gumanbar çekê li hev dikişînin. Her wiha malbatên kesên ku tecawizî G.A.yê kirine, gefan jî lê dixwin. G.A. jî ji bo ewlehiyê hatiye parastin û li stargehekê hatiye bicihkirin. Pitika wê jî radestî malbateke parêzker hatiye kirin.    Di encama testa DNA'yê de jî derketiye holê ku bavê biyolojîk ê pitikê A.D. ye. Lê belê testa gumanbarên din nehatiye kirin.    Çend hefte berê diya G.A.yê jiyana xwe ji dest dide. Lê belê berî ku diya wê jiyana xwe ji dest bide, diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê cem diya xwe. Li vê derê leqayî bavê gumanbarekî tê û zilam cardin gefan lê dixwe û jê re dibêje "Gere tu xeber nedî." Li ser vê G.A. serî li Serdozgeriya Komarê ya Çewligê dide.    Li ser vê dozgerî jî nivîekê ji nexweşxaneyê re dişîne û dixwazze qeydên qamerayê bên şandin. Lê belê rayedarên nexweşxaneyê gotine qeydên der barê wê kêliyê de tunene. Parêzerekî Baroya Çewligê jî ji ber ku wekaletname nedaye dozgeriyê mudaxilî dosyeyê nebûye.    Hat hînbûn ku gef li G.A.'yê tên xwarin û lê tê ferzkirin ku bi mêrekî ku tecawizî wê kiriye re bizewice û her wiha ji bo ku dev ji îfadeya xwe berde jî pere teklîfê wê hatiye kirin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel