Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin 2020-08-27 11:34:24   NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Mafê  Mirovan a Kurdistanê, rapora xwe ya meha Tîrmehê aşker kir û got: “Di meha Tîrmehê de 10 kolber hatin qetilkirin û 14 kolber jî hatin birîndarkirin.”    Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanan (KMMK), rapora xwe ya meha Tîrmehê ya derbarê binpêkirinên mafan ên Îranê tên jiyîn de amadekiribû aşkere kir. KMMK’ê, da zanîn ku di meha Tîrmehê de, li ser sînor 10 kolber hatin qetilkirin û 14 kolber jî hatin birîndarkirin. Di rapora hat aşkerekirin de wiha hat gotin: “Di encama gulebarandin rejîma Îranê û Tirkiyeyê de, 10 kolber hatin kuştin û 14 kolber jî bi giranî birîndar bûn.”