Ji bo Tîmtîk û Unsal bang: Dawî li siyaseta mirinê bînin 2020-08-27 15:11:48 AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê xwest daxwaza Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal were pejirandin û banga bidawînana siyaseta mirinê tîne kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza “darizandina adilane” di rojiya mirinê de ne li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê daxuyanî dan. Berdevkê Platformê Dogan Hatûn daxuyanî da û ewilî endamên Grûp Yorûm û Mustafa Koçak ên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr xist.    Hatûn diyar kir ku tevî rapora Saziya Tiba Edlî ku têxwestin Tîmtîk û Unsal werin berdan jî lê bi helwestek siyasî nayên berdan û bang kir “dawî li siyaseta ku kesan dibe mirinê bînin.” Hatûn bang li rayedaran kir û xwest ku demildest daxwaza Tîmtîk û Unsal bipejirînin û parastina mafê jiyana wan kir.