Parêzer Ozbîngol nehat berdan 2020-08-27 15:25:51 RIHA - Parêzer Sevda Ozbîngol a girtî tê darizandin, piştî 5 mehan yekemîn danişîna wê hat dîtin. Dadgehê biryar da ku gitina Ozbîngol dewam bike.    Yekemîn danişîna parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a di 17’ê Adarê de, di çarçoveyê lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Riha bi rêve bir de hatibû girtin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên baroyên Dîlok, Amed, Mêrdîn û Stenbol ên girêdayî Komeleya  Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) beşdarî danişînê bûn    Parêzer Ozbîngol a 5 mehin girtibû anîn salona danişînê. Ozbîngol, li dijî îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” parastina xwe kir. Ozbîngol îdîa û sûcdariyên li ser xwe red kirin. Dûrê parêzesrên Ozbîngol parastn kirin û daxwaza berdanan muwekîla xwe kirin.    Şandeya dadgehê piştî navberek kûrt, biryar da ku girtina Ozbîngol dewam bike û danişîn taloqî 25’ê Îlonê kir.