Malbatên Tîmtîk û Unsal: Zarokên me berdin 2020-08-27 17:04:11 STENBOL - Malbatên parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne, diyar kirin ku rewşa zarokên wan di asta krîtîk de ye û daxwaza lezgîn a berdana wan kirin.    Malbatên parêzer Ebûr Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikêşin ser rewşa zarokên xwe li ber Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Stenbolê daxuyanî dan çepemeniyê. Di daxuyaniyê de pankerta “Mafê darizandina adîlane. Bi lezgînî zarokên me berdin. Bila zarokên me bijîn” hat vekirin û dowîzên wêneyên parêzerên di rojiya mirinê de li ser hatin hilgirtin. Ligel malbatên  parêzeran gelek welatî jî beşdarî çalakiyê bûn.    Evjîna parêzesr Engîn Gokoglû yê girtî Meral Yildirim Gokoglû, di daxuyaniyê de axivî û got: “Em dixwazin parêzer bijîn û bigihin tenduristiya xwe. Parêzer neçar man ku ji bo daxwazên xwe, bedenên xwe ji mirinê re razîn in. Em jî naxwazin xizmên me bi mirinê daxwazên xwe bînin ziman.”    ‘ÊDÎ BESE’   Dûre meta Ebû Tîmtîk Nûray Demîz Dogan mafê axaftinê girt û wiha bilêv kir: “Rewşa biraziya min ev heftiyeke pir xirab bûye. Tişta divê bê kirin, divê demildest bi cih bê anîn. Êdî bese. Ebrû ji bo me bibexşîn in.”   ‘BILA ZAROKÊN ME BİJÎN’   Piştre xalê Ebrû Tîmtîk Yildirim Denîz, axivî û diyar kir ku her roja diçe xarziya wî dihele. Denîz, da zanîn ku ev edalet di destê we de ye, gelo hûnê çawan di edaleta Xwedê re derbas bibin û wiha daxwaza berdana xwarziya xwe kir: “Hûnê gav bi gav bişewitin. Ger îro zaroka min dişewite, hûn jî rojekê bişewitin. Zarokên me ji me bi bexşînin. Em dixwazin zarokên me bijîn.” Dogan di dema axaftina aciz û bi hêrs bû.    Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.