Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da 2020-08-27 21:11:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Gel, daxuyand ku Parêzer Ebrû Tîmtîk ku di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest daye.  Buroya Hiqûqê ya Gel, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku Parêzer Ebrû Tîmtîk a girtî ku li Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê tê ragirtin jiyana xwe ji dest day. Buroyê di parvekirina xwe de got: "Parêzera buroya me Ebrû Tîmtîk ku 238 roj an ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de bû şehît ket! Em bang li hemû hevpîşeyên xwe û gelê xwe dikin ku bên Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoyê!"