'Şahidên nepen' ên Mêrdînê nexuyane! 2020-08-28 09:03:02   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi îfadeyên 9 "şahidên nepen" hevşaredarên HDP'î hatibûn girtin û qeyûm tayinî şûna wan hatibû kirin. Ji van "şahidên nepen" yek jê "Malazgîrt" e û ji ber ku navê wî ne aşkere ye û navnîşana wî tuneye emniyet nikare xwe bigihînê. Her wiha derket holê ku zabitnameyên îfadeyê yê "şahidê nepen" "Boksor" jî hemû bê îmze ne.    Li Mêrdînê di navbera 2018-2020'an de li hemberî HDP û DBP'ê operasyon hatibûn kirin û di çarçoveya van operasyonan de bi dehan siyasetmedarên kurd hatibûn girtin. Siyasetmedarên kurd ji ber îfadeyên "şahidên nepen" hatibûn girtin. "Şahidên nepen" ên îfadeyên wan tên girtin ev in: “ML1Z0G7R1T (Malazgirt)”, “C1N9K1K8L (Çanakkale)”, “P1L5EV3NE8 (Plevne)”, “1KO3SOV0A8 (Kosava)”, “14F1E4T53İH53 (Fetih)”, “1AN4K0AR2A (Ankara)”, “1ES9R6ZPS8RN”, “1T4PK6P51” û “Boksor”.   Lê belê ji 9 "şahidên nepen" ên di hemû operasyonan de dihatin bikaranîn hinek jê ji holê winda bûne. Emniyet ji van "şahidên nepen" nikare xwe bigihîne "Malazgîrt".     BI DEHAN SIYASETMEDAR HATIN GIRTIN    Ji ber şahidên nepen Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmezz, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredarên Nisêbînê Ferhat Kût û Semîre Yilmaz hatibûn girtin û di heman demê de qeyûm jî tayinî şûna wan hatibû kirin.    Her wiha siyasetmedar Mûsa Alkan, Alî Sîncar, Perîhan Agaoglû û Hevşaredara DBP'ê ya Mêrdînê Leyla Bozkûrt, Şehmûs Sûn û Hasîbe Mengîrkaon jî ji ber îfadeyên heman "şahidên nepen" hatin girtin. Her wiha endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Alaattîn Semîr Zûgûrlî û Sedat Ay û aktivîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn jî ji ber îfadeyên heman "şahidên nepen" hatibûn girtin.    'BOKSOR' ŞAHIDÊ HEMÛ SERDEMA!   Ji van "şahidên nepen" "Boksor" hema bibêje ji sala 2011'aan ve bênavber daxilî nav operasyonan hatiye kirin. Di dosyeya hevşaredarên Qoser û Stewrê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê derket holê ku "Boksor" ji sala 2011'an ve bênavber "şahidiya nepen" dike. Li ser vê hat xwestin ku beyana "Boksor" a 21'ê Cotmehaa 2011'an a der barê hevşaredar Oncu û Yilmazê de ji dadgehê re bê şandin. Lê Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê, nivîsek ji dadgehê re şandiye û di nivîsa xwe de dest nîşan kiriye ku mînakên beyanên "Boksor" tunene.    'MALAZGÎRT' NEXUYAYE    Her wiha "şahidê nepen" “ML1Z0G7R1T (Malazgirt)” jî nexuyaye. Piştî heyeta dadgehê qebûl kir ku “ML1Z0G7R1T (Malazgirt)” bê dadgehê û bê guhdarkirin, derket holê ku ne li holê ye.    Piştî biryar hat girtin ku "Malazgîrt" di doza hevserokên HDP û DBP'î ya li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê de bê guhdarkirin, ji ber ku navnîşana wî Stenbolê dixuyê, ji Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê re nivîsek hatiye şandin. Midûriyetê jî nivîsek ji dadgehê re şandiye û di nivîsêde gotiye, kesekî bi vî bernavî nehatiye etspîtkirin.    MA / Ahmet Kanbal