Li Cûdî şewat: Bax û baxçe bûn xwelî 2020-08-28 10:24:20 ŞIRNEX – Duh bi şev li Çiyayê Cûdî şewat derket û didome. Ji ber şewatê bax û baxçeyên gundiyan şewitîn.    Li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî duh bi şev şewat derket. Hat ragihandin ku şewat li qada daristanê belav dibe û didome. Çend meh berê liv an gundan bi destê cerdevanan bi hezaran dar hatibûn birîn.    Tê gotin şewata ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin, ji duh bi şev ve heta niha mudaxile nehatiye kirin. Hat zanîn ku ji ber şewatê bax û baxçeyên gundiyan jî şewitî ne.    ŞEWATA LI QILABANÊ VEMIRΠ   Li aliyê din şewata li Bajarokê Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê duh bi şev derketibû, ji ber xwe ve hat vemirandin. Hat diyarkirin ku ji ber şewatê gelek dar şewitîne.