Endamê Meclisa ciwanan a HDP'ê Ozkan: Em ê li dijî tacîz û tecawizê têbikoşin 2020-08-28 11:33:33 AMED – Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'e Şîlan Ozkan, bal kişand ser tiryak, fihûş û bûyerên tacîz û tecawizê û wiha got: "Dewlet ji tiryak, fihûş û tecawizê re çavê xwe digire. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin."    Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya “Bi Hevre Têkevin Tevgerê" li Amedê ji bo 10 rojan xebata kargeriyê pêk anîn. Gelek ciwan ji bajarên cuda hatin û tev li xebatên kargeriyê bûn. Ciwanan li ser mijarên Zayendiya Civakî, tecrîd, Nifşê Z û siyaseta demokratîk niqaş kirin. Dîsa li ser pirsgirêkên xweser ên ciwanan niqaşan meşandin. Bi taybetî li ser şerê li bajarê Kurdistanê şê taybet tê meşandin rawestiyan. Hem analîz kirin û hem li ser çareseriyê niqaşy kirin û diyar kirin ku dikarin çi bikin. Di xebatên kargeriyêde xebatên çnadî jî hatin pêşandan. Helbest hatin xwendin û lîstîkên şano hatin lîstin. Têkildarî xebatên kargeriyê Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şîlan Ozkan û Sînan Ozturk, nirxandin kirin.    ‘POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET Ê LI DIJÎ JINÊ'    Şîlan Ozurk, anî ziman ku di xebatên kargeriyê de li ser siyaseta demokratîk niqaş kirin û wiha got: "Bi taybetî em li ser şerê taybet ê li dijî jinê tê meşandin rawestiyan. Em armanc dikin ku jinên dibin hedefa pergalê bêtir bi rêxistinê bikin. Ji bo jin neyên van listikan em li ser çareseriyê hûr bûn. Me niqaş kirin. Em ê li dijî tiryak û fihûşê têkoşîna parastina cewherî pêş bixin. Ji ber ku dewlet rê li pêş polîtîkayên tiryak, fihûş û tecawizê yên ciwanan vedike. Me li ser bandora tiryak, fihûş û tecawizê ya li ser ciwanan hiqaş kir. Têkildarî van mijaran êdî dê her daîm kampanyayên me hebin. Bi taybetî ji bo jinên ciwan neyên van lîstikan em ê parastina cewherî pêş bixin. Em ê têkoşîna hebûnê û parastinê mezin bikin û pêş bixin."      Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sînan Ozturk jî anî ziman ku xebatên kargeriyê wekî nasnameya HDP'ê pir geş û rengîn derbas bûn. Me ji koma 10 ciwanên ku ji herêma Serhat, Botan û Amedê hatibûn dest bi xebatê kir. Me di xebatên kargeriyê de li ser siyaseta demokratîk û rola ciwanan niqaş kir. Me li ser pirsgirêkên ciwanan ên li Tirkiye û Kurdistanê hiqaş kirin."    Sînan Ozturk, da zanîn ku wan di xebatên Kargeriyê de li ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî niqaş kiriye û wiha got: "Di hiqûqê de rêgeza wekheviyê heye. Ev neheqî û newekhevî li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Em dikarin li dijî vê yekê dikarin çawa têkoşîna demokratîk pêş bixin. Ji xeynî HDP'ê tu partiyên ku rê li pêş ciwanağn vedikin tune ne. Tenê HDP ji sedî 20 rêjeya kota dide ciwanan."