‘Li Bismilê rojê 4 kes bi vîrûsê dimirin' 2020-08-28 14:00:23 AMED - Li Amedê herî zêde li Navçeya Bismilê vîrûsa corona xuya dike. Li Bismilê rojê 80 - 100 kes bi vîrûsê dikevin. Li navçeya Bismilê rojê 4 kes bi vîrûsê dimirin.  Vîrûsa Corona li Tirkiye zêde belav dibe. Herî zêde li bajarên herêmê şewb belav bûye. Di nava bajarên Tirkiyeyê de yek ji bajarên herî zêde vîrûs lê belav bûye û mirov jiyana xwe ji dest didin Amed e. Li Amedê jî herî zêde li navçeya Bismilê vîrûs belav bûye. Hevşaredarên Navçeya Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozbek, têkildarî belavbûna şewba vîrûsê daxuyanî dan. Hevşaredaran anîn ziman ku yek ji navçeyên herî zêde vîrûs lê belav bûye navçeya Bismilê ye û wiha gotin: "Li herêma me li Amed, Mêrdîn, Êlih, Riha, Dîlok, Şirnex û gelek bajarên din şewba vîrûsa Covid-19 derketiye asta herî jor. Nexweşxaneyên li herêmê ji sedî 100 tijî bûne. Li navçeya Bismilê rojê 4 kes bi şewbê dikevin. Li navçeya me ya Bismilê êzî zengilê vîrûsê lê dixin. Li nexweşxaneyan cihê razanê nemaye. Li navçeya me nêzî 1500 xanî xistine qarantînayê. Rojê 300-350 test tên kirin û jê 80-100 kes bi vîrûsa corona dikevin. Her rojê nêzî 4 welatî bi vîrûsa corona dimirin. Mirovên me jiyana xwe ji dest didin. Mal bûne cihê agir. Zarok bê dayik û bav dimînin. Ev siyaseta heyî zerarê dide me. Li navçeya me ya Bismilê ku partiya me HDP’ê ji sedî 72 deng girtiye, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê tev li pêvajoya venêrtina corona nekirine."