HDP û TJA'ê bal kişand ser Ebru Timtîk û Îpek Er 2020-08-28 14:33:48   MÊRDÎN – Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê û aktivîstên TJA'yê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser çalakiya Ebru Timtik a piştî berxwedana 238 rojan  jiyana xwe ji dest da û Çawişê Pispor ê tecawizkar Musa Orhan ku bû sedema kuştina Îpek Er. TJA û HDP'ê xwest Musa Orhan bê girtin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya balê bikişînin ser çalakiya Parêzer Ebrû Tîmtîk a piştî rojiya mirinê ya 238 rojan li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da û balê bikişînin ser çawîşê pispor ê tecawizkar Musa Orhan daxuyanî dan. Nûnerên Meclîsa Jinan û TJA li pêş avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî dan. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de wêneyên Timtik rakirin û dirûşmeyên “Bila Musa Orhan bê girtin" û “Ebru Timtik nemir e" berz kirin. Li ser navê jinan Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Eylem Amak daxuyanî da û xwest çawîşê pispor Musa Orhan bê girtin. Amak, anî ziman ku Timtik di encama polîtîkayên mirinê yên AKP'ê de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Berpirsiyarê mirina Ebru Timtik hikûmeta AKP'ê ye. Ebrû Timtîk dengê milyonan ê kesên edaletê dixwaze bû."    ‘RÊ LI PÊŞ KOMKUJIYÊ VEDIKIN'    Amak, bal kişand ser çawîşê pispor ê tecawizkar Musa Orhan û wiha lê zêde kir: "Îpek Er bi çalakiya xwe bal kişand ser edaletê. Lê mixabin li Tirkiyeyê edalet tune ye. Dewlet û îqtidar tecawizkar û qatilan diparêze. Dadgerên ku Musa Orhan berdan girêdayî îqtîdarê ne. Em berdana Musa Orhan şermezar dikin. Em ê pêşiya vê yekê bernedin."    Jinan çalakî bi dirûşmeya “Jin Jîyan Azadî” bi dawî kirin.