Cenazeyê Tîmtîk wê îro bispêrin axê 2020-08-28 15:11:55 STENBOL - Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza "Darizandinek adîlane" ketibû rojiya mirinê û duh jiyana xwe ji dest da, wê îro li Goristana Gazî bê definkirin. Destûr nehat dayîn ku birayê Tîmtîk ê girtî Barkin Tîmtîk beşdarî merasîma cenaze bibe.    Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza "Darizandinek adîlane" bi hempîşeyê xwe Aytaç Ûnsal re ketibû rojiya mirinê û dih li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da, wê îro li Goristana Gazî li kêleke dayîka xwe bê definkirin.    Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, ji bo ku birayê Timtîk ê li Girtîgeha Sîlîvrî girtiye Barkin Tîmtîk beşdarî merasîma cenaze bibe, serî li Serdozgeriya Komarê  ya Stenbolê hat dayîn. Dozger dest pê kê destûr da ku birayê wê beşdarî merasîma cenaze bibe, lê dûre bi hinceta şewba vîrûsa koronayê destûr nehat dayîn. Ji ber vê yekê cenazeyê Tîmtîk wê îro li Goristanan Gazî ya bê definkirin.    Dorpêça polîsan a derdora Mala Cemê ya Gazî dewam dike û destûr nayê dayîn ku xizmên Tîmtîk û parêzer bikevin hûndirê Mala Cemê.