Li pêş Baroya Stenbolê bi bîr anîn: Mirina Tîmtîk şerma darazê ye 2020-08-28 15:37:38   STENBOL - Baroya Stenbolê, ji bo Parêzer Ebrû Tîmtîk ku piştî berxwedana 238 rojan jiyana xwe ji dest da, li pêş avahiya xwe bernameya bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de Cîgira Seroka Baroyê Nazan Moroglu, diyar kir ku mirina Tîmtîk, ji bo daraza Tirkiyeyê şermek pir mezin e û wiha got: "Em soz didin ku em ê têkoşîna darizandina adîl bidin."    Parêzer Ebrû Tîmtîk bi daxwaza "Darizandina bi edalet" ket rojiya mirinê û piştî têkoşîna 238 rojan jiyana xwe ji dest da. Baroya Stenbolê ji bo bîranîna Ebru Tîmtîk li pêş avahiya xwe ya li Taksimê bernameya bîranînê li dar xistin. Di bernameyê de parlamenterên HDP, CHP û gelek parêzer bi cubbeyên xwe tev li merasimê bûn. Di bernameyê de ji bo Tîmtîk deqîqeyekê rêz girtin û bê navber dirûşmeyên “Ebru Timtik nemir e", "Em ê bi ser bikevin" û “Parêzerên şoreşger rûmeta me ye" berz kirin.    ‘ŞERMA DÎROKÎ YE'   Di bîranînê de Cîgira Seroka Baroyê Nazan Moroglu, daxuyanî da. Tîmtîk, ji bo daraza Tirkiyeyê şermek pir mezin e û wiha got: "Ji bo darizandina bi edalet li ber xwe da. Bi mehan li ber xwe da. Lê tu rayedan dengê wê û daxwaza wê nedît. Em soz didin ku em ê têkoşîna darizandina adîl bidin. Mirina Tîmtîk ji bo daraza welat rojek reş a dîrokî ye. Wê di dîrokê de wekî roja reş bê nivîsîn. Di doza ÇHD'ê de mafê darizandina adîl hatiye îhlalkirin. Em soz didin ku em ê ji bo darizandina bi edalet têbikoşinb. Em ê têkoşîna wê ji bo xwe bikin al. Ebru Timtik dê bijî."     Serokê Duyemîn ê ÇHD'ê Umît Buyukdag, jî anî zimanku daxwazên Timtîk daxwazên mafdar bûn û wiha got: "Dewletê bi hevkariyê Ebru kuşt. Me nekarîbû Ebru bidin jiyandin. Me Ebru neda jiyandin, lê em dikarin Aytaç bidin jiyandin.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Acînîklî jî anî ziman kui mirina Tîmtîk asta hikûqa Tirkiyeyê nîşan dide û wiha got: "Hemû cîhanê dengê Tîmtîk ê ji bo edaletê bihîst, lê Tirkiyeyê dengê Tîmtîk nebihîst. Ji ber hikûmetê dengê Tîmtîk nebihîst Tîmtîk jiyana xwe ji dest da. Hemû kes ji mirina Timtik berpirsiyar in."    Piştre Ebru Akyol peyama Aytaç Unsal a ji bo Ebru Tîmtîk şandibû xwend. Cana min parêzera min. Hempîşeya min. xwişka min. Hevrêya min a edaletê. Li pêş çavê her kesî tu kuştin. Parêzera ji bo edaletê têkoşiya û mafê xwe parast li ber çavan kuştin. Lê tu êdî têkoşera edalet û mafan e di dilê gel de. Di cîhanê de mînakek wekî wê tune ye. Em ê mafê xwe bistînin. Em ê ji bo te bistînin."    Piştî bîranînê bi çepikan derbasî Cemxaneya Gazî bûn.