HDP amadekariyên 1'ê Îlonê dike: Ocalan temînata aştiyê ye 2020-08-28 20:37:51       NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, li Amed û Rihayê di serdanên xwe yên gel û esnafan de gel vexwandin çalakiya "xeleka mirovan" a ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê. Rêvebirên partiyê di serdanan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Birêz Ocalan, temînata aştiyê ye."    Di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP'ê de, li gelek bajaran serdana esnafan û gel hat kirin. Di serdanan de gel dawetî çalakiya "xeleka mirovan" hat kirin ku dê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin.    AMED   HDP'a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 1'ê Îlonê de li navçeya Erxenî, Pîran, Gêl, Şankuş û Çêrmûkê serdana esnafan û gel kir. Di serdanan de belavokên li ser "Li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî" hatin belavkirin. Endamên Meclîsa Partiyê, parlementer, Hevserokên HDP'a Amedê Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan û rêvebirên DBP'ê û ESP'ê tev li civîna gel bûn.    Parlementerê HDP'ê Garo Paylan di civîna gel a Erxeniyê de destnîşan kir ku îqtidar siyaseta şer dike û got, heger liw elatekî krîza demokrasiyê hebe, wê krîza aboriyî jî hebe û li dijî şer bal kişand ser siyaseta aştiyê.    PROVAKASYONA QEYÛM   Piştî civînê rêvebirên partiyê li navçeyê serdana gel kirin û gel vexwandin çalakiya 1'ê Îlonê. Her wiha gava rêvebirên partiyê li Kolana Ziya Gokalpê belavok belav dikirin, zabiteyên Şaredariay Erzeniyê ya qeyûm atyinî wê hatiye kirin, li ser rê alaya tirk daliqandin.    Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Endamê Desteya Rêvebir ê HDP'ê Omer Onen, Hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer, Hevserokê DBP'a Amedê Mehmet Bakir û rêvebirên navçeyê li navçeya Pîran û Gêlê belavok belav kirin. Heyeta ku ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin, guh li pirsgirêkên esnafan kir. Heyeta HDP'ê, di serdanan de bal kişand ser aştiyaê û gel vexwand çalakiya 1'ê Îlonê.    'HDP HÊVÎ YE'   Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî tevî Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya ALokmen Ûyanikê li navçeya Çêrmûgê serdana esnafan kir. Di serdanê de esnafan anî ziman ku ji ber şewbê rewşa karê wan nebaş e û goti, tekane hêvî HDP ye. Her wiha heyetê esnafan vexwand çalakiya 1'ê Îlonê.    Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, Endamê Meclîsa Partiyê Mûzaffer Tûnç, endamên Meclîsa Ciwanan û rêvebirên MEBYA-DER'ê jî li navçeya Şankuşê serdana esnafan kirin. Heyetê gel û esnafan vexwand çalakiya 1'ê Îlonê.    RIHA   Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, endamê Desteya Rêvebir a DBP'ê Bekîr Karageçîlî, Hevserokê HDP'a Bajêr Mîkaîl Gozek û rêveirên partiyê li navçeya Serêkaniyê, Bêrecûk û navçeya navendî Halîliyeyê serdana esnafan û gel kirin. Heyetê gel û esnafan vexwand çalakiya 1'ê Îlonê ku dê li Parka Alî şerî bê lidarxistin.    Her wiha heyetê li gundê Xirbê Deht ê nêzî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye daxuyaniyek da. Parlementera HDP'î Ayşe Surucu, diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya partiyê de 3 meh in bajar bi bajar digerin û got: "Pergala faşîst dixwaze siyaseta demokratîk tasfiye bike. Her kesî binçav dike ûd igire. Lê belê gelê kurd li ber van êrîşan serî netewandiye û wê netewîne jî. Em ê paş ve gav neavêjin. Em ê bi hêza rêxistinbûyî ya gelê xwe bi ser bikevin."    ‘OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE'    Hevserokê HDP'a Bajêr Mîkaîl Goza jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ji bo aştî bê Rojhilata Navîn û cîhanê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Birêz Ocalan temînata aştiyê ye. Em careke dinê dibêjin, heya aştî neyê Rojhilata Navîn, dê neyê cîhanê. Tecrîdê rakin."    Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk gergerlîoglû, Parlementerê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş û Nûsrettîn Maçîn jî li bajêr serdana Borseya Zexîrevanan, Sîteya Veguhêzkaran û esnafên Bazara Genim kirin.