Mêrê ji girtîgehê reviya Remziye Yoldaş qetil kir 2020-08-29 07:51:45   AMED - Veysi Yoldaş ê ji girtîgehê reviya, hat malê û hevjîna xwe Remziye Yoldaş qetil kir.    Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê fîrar kir, hat navçeya Yenîşehîr a Amedê û Remzîye Yoldaş a pêre zewicîye qetil kir. Veysî Yoldaş piştî ji girtîgehê fîrar kir, Remziye Yoldaş a 29 salî ku li taxa Aziziye ya Yenîşehîra Amedê dijî qetil kir. Veysî Yoldaş piştî hevjîna xwe qetil kir, reviya û xwe winda kir. Cenazeyê Remziye Yoldaş jî ji bo rapora otopsiyê şandin saziya Tipa Edlî ya Zanîngeha Dicleyê.