Daholvan û zirnevan: Em bê kar û bê pere ne 2020-08-29 09:03:31   MÊRSÎN – Welatiyên ku di dawet, nîşan û hineyan de bi def û zirneyê debara xwe dikin gotin: "Şewb di serê Adarê de dest pê kir. Aha ji wê rojê ve karê me sekiniye. Me jî ji mecbûr bi faîzê kredî kişand û ew jî qediya."    Li Mêrsînê bi şwba Covîd-19'ê re daholvan û zirnevan jî betal man. Daholvan û zirnevanên bi dawet, nîşan û hineyan debara xwe dikirin, anîn ziman ku piştî şewb belav bûye bê kar û bar mane.    ŞEWB DEST PÊ KIR KAR RAWESTIYA    Osman Nûr (40) ku li Bûlwara Mûstafa Kemal a Navçeya Akdenîzê ji bo kar disekine, anî ziman ku serê sibehê saet di 8'an de ji mal derdikevin û tên vê derê. Nûr, diyar kir ku ji bo bûkekê bi rê bixin 300-400 lîreyî digirin û got: "Gava def û zirne lazim be mirov tên vê derê. Em li vê derê li hev dikin û diçin. Gava karê me diqede cardin em tên vê derê."    Nûr, bilêv kir ku yên herî zêde bandor ji pêvajoya pandemiyê girtine ew in û got: "Şewb, di serê Adarê de dest pê kir. Aha ji wê rojê ve karê me sekiniye. Piştî qedexe bi dawî bûn, karê me hinekî bû. Berê em di nava hefteyê de jî karê me dibû, lê niha tenê dawiya hefteyê ye. Di vê pêvajoyê de em di warê aborî de pir tengijîn. Dewletê hezar TL da, ew jî qediya. Em mecbûr man me bi faîzê kredî kişand. Ew pere jî qediya. Niha ji ber ku kar tune, em nizanin em ê çawa bidin."    Nûr, bilêv kir ku 25-30 sal in vî karî dike, lê belê tu carî saleke wisa xirab nedîtiye.    'KAR BI DESTÊ ME NAKEVE'    Şukru Kamûş (22) jî got: "Pandemiyê herî zêde bandor li me kir. Kar bi destê me nakeve. Karê ku berê me dikir, niha em nîviyê wî jî nakin"    Kemal Kurek (59) ê zirnevan jî got: "Em hewl didin zikêxwe têr bikin. Em li dû nanê xwe ne. Ems erê sibehê tên. Em li benda qismetê xwe ne Zirneya di dest me de nanê me ye."