Li ser banê xaniyan dersa ziman û muzîkê dide zarokan 2020-08-29 10:11:22   AMED - Mamosteya muzîkê Mizgîn Yildirim a ku ji ber koronayê çû gundê xwe û niha ji bo demekê li gund dimîne. Yildirim bi qasî derfetê xwe perwerdehiya zimanê kurdî û muzîkê dide zarokên gund. Vîdeoya ji aliyê Yildirim ve ku li gund hatiye amadekirin hêjayî temaşekirinê ye.   Mamosteya muzîkê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya Amedê û muzîkjen Mizgîn Yildirim ji ber vîrûsa koronayê çû gundê xwe Nenyasê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji bo demekê bicih bû. Yildirim nêzî 4 mehan e li gund e. Ji roja ew çûye gund dibêje ku zarokên gund bala wê kişandine. Yildirim ewilî li ser banê xanî li gel zarokan bi dengê strana “Nazê Nêrgiza Hewşê” bi dengê rîtmên xwezayî vîdeoyek kin belav kir û li ser medya civakî rastî elqeyek mezin hat.    DERS: ZIMANÊ KURDΠ   Piştî ku Yildirim vê vîdeoyê belav kir, zarok jê dixwazin ku dersa zimanê kurmancî û muzîkê bide wan. Mamosteya zarokan dibêje ew bi qasî derfetên xwe ev demek e perwerdehiya alfabeya kurdî, nota, rîtma xwezayî û strana dide zarokan. Yildirim bi alîkariya xizmên xwe ji kêliya perwerdehiya dide zarokan û kêfxweşiya zarokan a di nava xwezayê de li gel dengê rîtmên xwezayî vîdeoyek amade kir. Zarok di vîdeoyê de pênaseya sebze û fêkiyan dikin. Ev dîmenên zarokan yê rengîn hêjayî temaşekirinê ye.    ‘LI XWE VEGERIYAM’    Yildirim têkildarî perwerdehiya dide zarokan û jiyana gund axivî. Yildirim diyar kir ev pêvajoya koronayê ji bo wê bûye derfetek li ser karê xwe yê muzîkê hûr bibe û got: “Li gund ketime nava lêgerînekê û xwe lêpirsîn dikim. Min her tim dixwest li nava xwezayî yanî li gund bijîm. Niha di vê serdama koronayê de pêk tê. Xeyala min ku demek dirêj werim li gund bimînim hebû û pêk tê lê belê ji ber ku xweza ne di nava aramiyê de ye (tê şewitandin) meriv xemgîn dike. Ev pandemîn bû sedema ku ez biçim gund û rastiya xwe bibinim. Dema meriv bi gund ango xwezayê re rûbirû bimîne baştir e. Dîtin û gotin nabe yek. Li cewhera xwe vegeriyam e. Divê meriv di axa xwe de tovê xwe deyne û rih berde. Ez li xwe vegeriyam.”    DERSA ZIMAN Û MUZÎKÊ DIDE WAN     Yildirim destnîşan kir ku dema wê li gel zarokan li ser banê xanî vîdeoya “Nazê Nêrgiza Hewşê” amade kirin û belav kirin û zarokan xwe dît gelek kêfa wan hat û wiha got: “Zarok rastiya xwe li gundan dijîn, lê ji gelek tiştan bêpar in. Piştî me dîmenê ‘Nazê Nêrgiza Hewşê’ belav kir, daxwaza wan ji bo tiştên bi vî rengî zêde bû. Nêzî mehekê ye ez li ser tîp, peyv, hevokên zimanê kurdî bi wan re dixebitim. Lê wek em kengê xwe guncav dibînin, ew li dora min dicivin û ez perwerdehiyê didim wan. Zarok dixwazin ku hefteyê heft roj ez dersa zimanê kurdî û dersa muzîkê bidim wan. Çiqas ji destê min tê dersê didim wan û bi wan re eleqedar dibim. Em carna leyîstikan dileyîzin. Lê bi rastî zarok dixwazin bi zimanê xwe mezin bibin û perwerde bibin. Lê em bi gelemperî çiqas ji zarokan re dibin alîkar? Ev pirsek girîng e.”    Yildirim got niha 12-13 zarok her tim li dora wê dicivin û zarokên herî mezin temenê wan 12 salî ye û her ku diçe zarokên din ên gund jî dixwazin beşdarî wan bibin.    ‘EM HEV PERWERDE DIKIN’    Yildirim da zanîn ku ew di warê ziman û çanda kurdî de gelek tiştan ji zarok û gund hîn dibe û got: “Divê ku meriv ji daxwazên zarokan fêm bike. Ez ziman ji wan û ew jî ziman ji min fêr dibin. Zarok awêneya mêjiyên siberojê ne. Ez kêmasiyên xwe dibînim û temam dikim. Ez hatime gund û hewl didim çiqas zarok sûdê ji min werbigirin.”    ‘DIVÊ EM ZAROKÊN GUNDAN BÊPAR NEHÊLIN’     Yildirim diyar kir ku nifşên nû pir hay ji çand û zimanê xwe nînin û got: “Tenê zimanê xwe yê xwezayî dizanin. Ev gelek baş e, lê ev têrê nake. Divê di asta perwerdehiyê û nivîsandin û xwendinê de jî dizanibin. Polîtîkaya pişaftinê li gundan jî di meriyetê de ye. Mesele ez diçim gund zarok şerm dike ku bi min re bi kurdî bixiave, çima? Ji ber ku ez ji bajêr hatime û wê yekê di min de dibînin. Çi dibe bila bibe divê em zarokên gundan di her warî de bêpar nehêlin. Nifşên niha bi piranî bi çanda xwe mezin nabin, ev jî cihê xemgîniyê ye.”    GUND GELEK CARAN TÊ ŞEWITANDIN    Her dawî Yildirim bi bîr xist ku gundê wan di salên 1990’î de gelek caran hatiye şewitandin û valakirin û loma niha 45-50 mal li gund hene û nifûsa gund bêtir li bajaran e.    MA / Bîlal Guldem