Ji ber deynê rêveberiya AKP’ê pereyê Şaredariya Panosê hat destserkirin 2020-08-29 10:31:19   AGIRÎ – Ji ber deynê di serdem şaredariya AKP’ê de maye hêcz danîn ser 12 hezar TL pereyê Şaredariya Panosê ya HDP’yî.    Şaredariya Navçeya Panosê ya Agiriyê ya HDP’ê ji roja ku ji hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an ve şaredarî qezenc kiriye her roj bi hêczek nû re rûbirû dimîne. Şaredariya AKP’yî ya beriya HDP’ê beriya hilbijartinê milyonek û 300 TL deynê kredî ji rêveberiya HDP’ê re hiştibû.    Ji ber van deynan dest ango hêcx danîn ser wesayîta meqamê hevşaredaran. Duh karmendên dewletê çûn şaredariyê û gotin pereyê sotemniya wesayîtên şaredariyê heye û 12 hezar lîreyê di qasayê de hêcz kirin.    Hat zanîn ku fîrmayek karê peysajê kiriye ji ber pereyê xwe negirtiye û gilî kiriye û ev hêcz pêk hatiye.