Nexweşiya Ali Kuş giran e 2020-08-29 14:03:32     ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişandin ser tenduristiya Alî Kuş ê girtiyê nexweş û anî ziman ku nexweşiya Kuş giran e. Înîsiyatifê da zanîn ku Kuş di pêvajoya şewba vîrûsê de di rîskek mezin de ye.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 3012'an de li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser tenduristiya Alî Kuş ê li Girtîgeha Hêjmar 3 a Tarsûsê. Li ser navê Înîsiyatifê Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen daxuyanî da û rewşa Kuş ê nexweş parve kir. Çevîrmen, anî ziman ku Kuş di 12'ê Kanûna 2018'an de hat girtin û şandin girtîgehê û wiha got:  "Kuş di sala 2015'an de mahdê wî perçe bû. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Toros a Mêrsînê 2 caran emeliyat bû. Piştî emeliyatê mahdê wî pir hesas bûye. Di sala 2016'an de sînqa wî xetimî û nikaribû nefesê bistîne. Ji ber nefesê ew sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê kirin. Di emeliyatê de 2 caran dilê wî sekinî. Xwîna wî kêm e. Alî Kuş ji kezeba xwe emeliyat bûye û 8 saetan di emeliyatê de maye. Ji ber Kuş ji kezeba xwe emeliyata giran derbas kiriye divê serbest bê berdan. Girtina wî ya di vê pêvajoya şewbê de rîskek mezin e. Divê li derve bê dermankirin û înfaza wî taloq bikin."