Mustafa Azad: Tirkiye 5 mega ceyrana Elokê dizîye û avê ji ser Hesekê qut dike 2020-08-30 09:03:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Midûriyeta Veguhestin û Belavkirina Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Endezyar Mustafa Azad, têkildarî îdea û tawanbariyên Tirkiye ku li ser ceyrana Elokê parast ku rayedarên Tirkiye derewan dikin û tu rastiya îdeayên wan tune. Mustafa Azad, destnîşan kir ku Tirkiye 5 mega ceyrana ku Îstasyona avê ya Elok xwedî bike didize û dixe xizmeta bajarên din. Lê li aliyê din bi îdeaya ceyran tune avê ji ser Hesekê qut dikin.      Di 21‘ê Adarê de, TSK'ê û hêzên çekdar ên girêdayî wê stasyona avê ya Elok a li herêma Serêkaniyê ku avê dide kantona Hesekê ji xizmetê derxist û karmendên wê derxistibûn. Beriya Tirkiye êrîşî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bike, hejmara şêniyên kantona Hesekê 700 hezar kes bûn. Lê piştî şer bi sed hezaran koçî kantonê kirin. Niha nifûsa Hesekê milyonek derbas kiriye. Piştî TSK'ê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir ava Elokê ji ser Hesekê qut kir û şeniyên Hesekê bê av dihêle. Her çend hêzên navneteweyî têkildarî qutkirina ava Elokê Tirkiye rexne kir jî Tirkiye rexneyan li ber çavan nagire û qutkirina avê berdewam dike. Piştî ku Tirkiye cara sêyemîn ava stasyona Elokê li ser kantona Hesekê qut kir,  Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê dest bi projeya altarnatîf a stasyonê kirin û bîran dikolin. Niha rayedarên tirkiyeyê bi îdeaya ku Kantona Hesekê ceyranê ji ser îstasyona Elokê qut dike, li hemberî vê îdeayê avê ji ser Kantona Hesekê qut dike.    AZAD: DEWLETA TIRK LI SER DEREWAN HATIYE AVA KIRIN   Têkildarî mijarê Hevserokê Midûriyeta Veguhestin û Belavkirina Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Endezyar Mustafa Azad ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û îdeayên rayedarên Tirkiyeyê derewand. Azad wiha got: "Faşîzma Tirk li ser derewan hatiye avakirin. Ji Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan bigire heta rayedarên din heman xwedî heman feraset in. Dewleta Tirk di nava Neteweyên Yekbûyî de dibêjin me ceyran peyda kiriye. Lê em vê pirsê ji wan dikin. Beriya çend mehan dema mal û warê me ji Elok girtin, bîrên avê girtin û av qut kirin. Me jî piştî wê bi 4-5 saetan ceyran ji ser wan qut kir. Komên girêdayî Tirkiyeyê 2 rojan man bê ceyran û li wir bi hev ketin. Ew çeteyên ku li Serêkaniyê bê av û bê ceyran, bê nan man bi hev ketin. Niha ceyran (Kareba) Elok 5 meqa dizine. Bi wê ceyranê bajarê Serêkaniyê Xezandine. Em tev dizanin çeteyên tewleta Tirk hemû mal û milkê Serêkaniyê tev dizîne û talan kirine."     'BILA DYA Û RÛSYA WERIN LÊKOLÎN BIKIN Û BI ÇAVÊ XWE DEREWÊN TIRKIYE BIBÎNIN'    Azad, anî ziman ku niha wan xeta ser Elok a rêya 66 vegerandiye û wiha got: "Dibejin me ceyran anîye û me Elok şixulandiye. Qet ceyran li cem wan tune û rastiya vê yekê tune ye. Em ceyranê didin wan. Me rojekê ji rojan ceyran ji ser Elok qut nekiriye. Dema em ceyranê ji sar wan qut bikin em ji ser xwe jî qut dikin. Em ê çawa ceyranê ji ser xwe qut bikin. Ev ne pêkan e. Berî her tiştî em avê ji bo bajarê xwe Hesekê dixwazin. Gotina ku me ceyran qut kiriye derew û dûrî aqilan in. Em dikarin bang mutahît û endezyarên Neteweyên Yekbûyî, welatê DYA û Rûsya bikin ku werin lêkolîn bikin. Vay tev li ser ruyê erdê ye. Tev dikarin werin bi çavê xwe vê rastiyê bibînin û lêkolîn bikin. Hemû gotinên dewleta tirk tev derew in."     CEYRAN DIZÎNE Û DIDIN BAJARÊN DIN   Azad herî dawî da zanîn ku 5 mega ceyran dizîne û wiha bi dawî kir: "Niha Tirkiye beriya destê xwe dîne ser meheta Elok, meheta Elok kamil dişixulin. 3 bîr 3 mega û 3.5 mega fûl kamil dişixulin. Îro nîvê wê tê şixulandin. Em dikarin bêjin 2 mega tê şixulandin. Lê ew ji xeta Elok nêzî 7 mega dikişînin û li bajarên xwe belav dikin. 5 mega zêde dikişînin. Bi vê yekê bîr, firin û amûrên din tevan didin şixulandin. Bajar tev bê xezandine. Bajarê Serêkaniyê tev 5 mega naxwe. Ji vê ceyrana ku me daye Elok jê dizîne û dane bajarên derdorê jî. Niha xetek kişandine ser bajar. Niha li ser xeta kişandine bajar lîstokan dikin."    Piştî Serêkaniyê û Girê Sipî ketin destê Tirkiyeyê, Tirkiye ava Elok ji ser Hesekê qut kir. Piştî hevdîtinên di navbera Rusya û Tirkiye de Rêveberiya Xweser 20 mega amper ceyran da îstasyona avê ya Elokê ya Serêkaniyê û li hemberî vê yekê av dan Hesekê. Niha Rêveberiya Xweser 15 meka amper ji xeta Mebruka û 5 meka amper jî ji Dirbêsiyê dide Elokê. Lê ceyrana ku Rêveberiya Xweser dide Elokê komên çekdar vê ceyranê li gorî xizmetên din bikar tîne. Ceyrana ku Rêveberiya Xweser dide Elokê ji bo îstasyona Avê ya Elokê nayê şixulandin. Niha Tirkiye ava Elokê ji ser Hesekê qut dike û li hemberî vê yekê wekî çek bikar tîne.    Li Îstasyona Avê ya Elokê 8 pompayên avê hene û bi vê yekê avê didin Hesekê. Lê niha tenê bi yek pombeyê avê didin Hesekê û bi yek pombeyê av nagêje Hesekê. Dîsa boriya ava diçe Hesekê, ji Elokê heta Til Temirê (Dawudiyê) di kontorla komên çeddar de ye û komên çekdar boriyê dişkînin û av ê qut dikin.