Karkerên Cargîllê 866 roj in li ber xwe didin 2020-08-30 09:04:13   STENBOL - Karkerên Cargîllê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin 866 roj in li ber xwe didin. Karker tenê ne karê xwe, di heman demê de dixwazin karê xwe mîsoger bikin.   Li Bûrsayê karkerên ku li fabrîkaya Cargîllê dixebitîn, ji ber ku endamê Sendîkaya Tekgida-Îşê bûn ji kar hatibûn derxistin. Karkerên ji kar hatin derxistin 866 roj in li ber xwe didin. Karker ewilî li ber fabrîkeyê çalakiya rûniştinê li dar dixistin, dû re çûn ber navenda fabrîkayê ya li Stenbolê. Karker heftê 5 rojan nobetê digirin û roja duşeman jî li ber fîrma an jî şîrketeke ku mişteriyên Cargîllê ne daxuyaniyê didin.    ARMANC NE PERE, MÎSOGERKIRINA KAR E    Karker Fatîh Gurhan, anî ziman ku piştî karker bi mobbîngê re rû bi rû amne, bûne endamên sendîkayê. Gurhan, bilêv kir ku ji zûv de li ber xwe didin û got: "Şert û mercên jiyanê zehmet bûne. Lê belê sendîkaya me hem di warê aborî hem jî di warê manewî de piştgiriya me dike. Ev jî kir ku em ji hev belav nebin."    Gurhan, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku karê xwe mîsgoer bikin û got: "Armanca me ya sereke ne pere ye. 17 salan li vê derê xebitîm. Di 40 saliya min de, min ji kar derxistin. Piştî vî umrî ez ê çawa di fabrîkeyeke dinê de bixebitim. Em dixwazin karê xwe mîsoger bikin. Lewma em li vê derê ne."    ‘ME BI TENÊ NEHÊLIN'    Gurhan, anî ziman ku avahiya ku li berê çalakiyê li dar dixin navenda gelek fîrmaya ne û got: "Ew jî ji ber berxwedana me nerihet in. Ji lewra gava li wir jî heqdest kêm be, dibe ku ev berxwedan sîrayetî wê derê jî bike. Gava em bi berxwedanê bi ser bikevin, wê mirovên keda wan tê xwarin jî vê têkoşînê esas bigirin."    Gurhan, destnîşan kir ku lewma ddixwazin xwedî li berxwedana wan bê derketin.   TIRSA KARDÊRAN    Pisporê Sendîkaya Tek Gida-ÎŞ'ê Sûat Karlikaya jî anî ziman ku heya niha gelek bedêl dane û got, fabrîke ji bo berxwedana wan bişikîne gelek tişt kirine, lê belê dîsa jî dev ji berxwedana xwe bernedane.    Karlikaya, bilêv kir ku gava dest bi berxwedanê kirine zanibûne tenê dê kardêrê wan li ber wan ranebe, wê hemû kardêr li ber wan rabin û got: "Tirsa kardêran ew e ku gava li cihekî kêmaniyeke wan çêbibe wê li her derî çêbibe. Ji ber ku mirovine xwedî egoyeke bilin din, şaşiyên xwe qebûl nakin. Lê em mecbûr in bi wan bidin qebûlkirin. Têkoşîna Cargîllê, têkoşîneke ku divê bi ser bikeve."    Karlikaya, destnîşan kir ku têkoşîna wan tenê ne ji bo kar e û got: "Ev têkoşîn têkoşîna çîna karkeran e. Kesên bi şev û biroj behsa çîna karkeran dikin divê me bi tenê nehêlin. Divê nîşan bidin ku em ne bi tenê ne. Em dixwazin daxuyaniyên me yên çapemeniyê qelebalixtir bin. Em dixwazin dostên me jî di çalakiya me ya rûniştinê de cih bigirin."