Hevserokên HDP'a Şirnex û Cizîrê: Tundî, destavêjî, girtin û kuştin berdewamiya tecrîtê ye 2020-08-30 09:09:50 ŞIRNEX - Hevserokên HDP’ê yên Şirnex û Cizîrê bertek nîşanî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Tundî, destavêtin, binçavkirin û tunehesibandin berdewamiya tecrîtê ye. Dibêjin ku em ê pirsgirêka kurd çareser bikin. Lê ger ku pirsgirêkek bê çareser kirin, nexwe divê kirdeya mijarê birêz Ocalan jî li dor wê  maseyê cih bigire.” Tecrîta girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Li Girtîgeha Îmraliyê  hevdîtina rûbirû ya bi malbatan re herî dawî di 2’yê Adarê de pêk hatibû û hevdîtina bi telefonê jî piştî 21 salan ji ber vîrûsa koronayê di 27’ê Nîsanê de pêk hatibû. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk anî bûn û ji wê rojê heta niha parêzeran 99 caran  serlêdan kirin û bersiva serlêdanên wan nehatin dayîn. Her wiha di rojên dawî de Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê, di salên 2017 û 2019'an de li girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret pêk anîbûn û encama rapora ziyareta 2019'an demek berê aşkerek kiribû.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Sabahattîn Denîz û Hevserokên HDP’ê yên rêxistina Cizîrê Guler Tunç û Uzeyîr Kilinc der barê tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de  axivîn.    ‘BAJARÊN ME,TAXÊN ME Û KOLANÊNE ME DI BIN TECRÎTÊ DE NE’   Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz anî ziman ku ligel tecrîtkirina Îmraliyê pirsgirêkên civakî rû dan û got: "Ji sala 2015’an vir ve parêzer û malbat nikarin hevdîtinan pêk bînin.Pergal bi zanebûn tecrîtê giran dike û serlêdanên ji bo hevdîtinê pêk tên, tên red kirin. Di şexsê birêz Ocalan de, jin, zarok, civak û gelên Rojhilatanavîn tên tecrîtkirin. Çawa ku tecrît giran bû, tundiya li dijî jinan, aloziya aborî, qirkirinên siyasî zêde bûn. Ev hemû girêdahî tecrîtê ne. Di wê pêvajoyê de hemû bûyerên civakî bi tecrîtê re girêdahiye. Dewleta tirk di şexsê birêz Ocalan de, gelê kurd dike bin tecrîtê de. Bajarên me, taxên me û hemû kolanên me di bin tecrîtê de ne. Her roj vê tecrîtê jî zêde dike. Şewata daristana, topbarankirina daristanan hemû bi hev re girêdane. Tecrîta li ser birêz Ocalan ji van tiştan ne cuda ye. Ji ber berjewendiyên xwe yên netewî wê tecrîtê girantir diikin.”   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎTÊ    Denîz, bi domdarî got, yekitiya neteweyî bi şikandina tecrîtê pêkan e û got: "Li Kurdistanê desthilatdarên wekî ereb, faris û  tirk tundiyeke geleke mezin li ser kurdan pêk tinin. Gelê kurd li her çar perçeyan girêdahî hev e. Ji bo avakirina yekitiya neteweyî astengiya herî mezin tecrîta li ser birêz Ocalan e. Heta ku em tecrîta li ser Ocalan, nedin şikandin em nikarin tifaqa xwe jî ava bikin. Nêzî 20 salane li her çar perçeyên Kurdistanê gel ji bo şikandina tecrîta Îmraliyê li ber xwe dide. Hewceye ku em li dijî tecrîtê têkoşîna xwe mezin bikin û yekitiya xwe ava bikin.”    ‘TUNDÎ, DESTAVÊJÎ, TUNEHESIBANDIN BERDEWAMIYA TECRÎTÊ YE’   Hevseroka rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç jî destnîşan kir ku aşitiyeke mayînde bi fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û got: “Tundî, destavêjî, binçavkirin û tunehesibandin berdewamiya tecrîtê ye. Dibêjin em ê pirsgirika kurd çareser bikin. Lê ger ku pirsgirêkek bê çareser kirin divê kirdeya mijarê birêz Ocalan li dor maseyê cih bigire. Ji roja ku serokkomariya Tirkiyeyê hatiye avakirin heta roja me ya îro heman polîtîka tên meşandin. Gelek îqtîdar, pergal, desthilatdar hatin çûn, heman tişt digotin. Lê di gotina xwe de man û li dijî gelê kurd qetlîam li ser qetlîama pêk anîn. Ji qirkirina Zîlanê û heta jerzemînên Cizîrê qetlîyam pêk anîn û berdewam jî dikin. Di şexsê birêz Ocalan de ev tecrît, li tevahiya cîhanê belav bûye. Pêşiya vê tecrîtê nayê girtin û ev di qadên civakî de belav dibe. Pergal ne tenê îro, hezar salin ji xeynî kuştinan kurdan tişteke cuda nekiriye. Niha jî li gel girankirina tecrîtê heman pêkanîna rêve dibin. Her qadeke civakî hatine îzole kirin. Mafê her girtiyekiye ku bi malbatên xwe re hevdîtinan pêk bîne. Lê mixabin ev bi salane ev mafê herî mirovane bi hincetên cûr bi cûr tên asteng kirin. Ev tişt nayê qebûl kirin. Ger ku îro gelê kurd azad bibe, wê gelê Tirkiyeyê jî azad bibe. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye. Pirsgirêk û aloziyên heyî encax bi fikr û ramanên birêz Ocalan dikarin bên çareserkirin. Ev aloziya ku li gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin divê bi dawî bibe.”   ‘YEKITIYA NETEWEYÎ BI ŞIKANDINA TECRÎTÊ PÊKAN E’   Tunç, diyar kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî sereke şikandina tecrîtê û avakirina yekitiya neteweyî ya kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî tecrîta heyî divê em bêdeng nemînin. Divê em bi hev re tecrîta li ser birêz Ocalan bişkinin ku em bikaribin yekitiya xwe ava bikin. Yekitiyeke mayinde jî bi şikandina tecrîtê pêkan e.”   ‘KESÊN KU KUŞTIN, MIRIN, TUNDÎ Û BINÇAVKIRINA QEBÛL NEKE DIVÊ BÊDENG NEMÎNE’   Hevserokê Rêxistina HDP’e yê Cizîrê Uzeyîr Kilinc jî bal kişand ser girankirina tecrîtê û ev tişt anîn ziman: "Tecrîta ku 21 sal e didome ne însanî ye. Tecrîta heyî li dijî ehleqê mirovahiyê ye. Birêz Ocalan jî wekî zanistekî her tim aşitî û wekheviya gelan xwestiye û pêşiya şeran sekiniye. Tecrîta ku li ser birêz Ocalan tê ferzkirin, gelek tiştên nexweş bi xwe re anî. Ger ku pêşiya birêz Ocalan bihata vekirin, îro li Tirkiyeyê qetlîam çênedibûn, dayik nedigirîn, gund vala nedibûn. Pêşiya birêz Ocalan bihata vekirin aboriya Tirkiyeyê nediket vê astê û ev şerê navxweyî û li derdorê nediqewimî. Bi rêya muzakereyan pirsgirêkên heyî bihatana çareserkirin îro pirsgirêk ev qas mezin nedibûn. Îro li Yewnenîstan, Iraq, Lîbya, Ermenîstan û Suriyeyê alozî û şer heye. Ev encamên tecrîtê ne. Hewceye ku hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re bibin yek deng û li hemberî tecrîtê tebikoşin. Kesên ku kuştin, mirin, binçavkirin û tundiyê naxwazin pêwîste li hemberî tecrîtê bêdeng nemînin.”   MA / Zeynep Dûrgût