Li Gîresûnê hejmara miriyan derket 10'an 2020-08-30 12:21:49   GÎRESÛN - Li Gîresûnê cenazeyê du kesên din jî ên di keraseta lehiyê de winda bûbûn hatin dîtin. Hejmara miriyên lehiyê derket 10'an.    Li bajarê Gîresûnê yê herêma Derya Reş di 22'ê tebaxê de ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabûbû û karesatek li pey xwe anî. Li herêma karesatê cenazeyê 2 kesên din ên winda bûn hatin dîtin. Cenaze di encama lêgerînê de li qeraxê newala navçeya Dogankentê hatin dîtin. Nasnameya her du cenazeyan nehat tespîtkirin û hejmara miriyên lehiyê derket 10'an. Ji bo dîtina cenazeyê 5 kesên din jî xebat didomin.