Ji Unsal name: Têkoşînê mezin bikin 2020-08-30 22:10:00 STENBOL - Parêzer û çalakger Aytaç Unsal, ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk name ji nobeta jiyanê ya li ber nexweşxaneyê hatî lidarxistin re şand. Unsal, di nameyê de xwest têkoşînê mezin bikin.     Însiyatîfa Azadiya Parastinê li ber Nexweşxaneya Halkali Kanûnî Sûltan Suleyman a ku mehek e parêzer Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de bi zorê lê tê ragirtin, çalakiya nobeta jiyan lidar xistin. Xalê parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di roja 238’an a rojiya mirinê ya bi daxwaza darizandina bi adilane de jiyana xwe ji dest da, Yildirim Deniz û gelek parêzer tevlî nobetê bûn. Nobedaran, di çalakiya nobetê de wêneyên Tîmtîk û Unsal rakirin û li ser hev dirûşmeyên “Parêzerên şoreşger rûmeta me ne” avêtin û nameya parêzer Unsalê di roja 210’an a rojiya mirinê de ku piştî Tîmtîk nivîsandî xwedin.      Li ser navê Koordînasyona Azadiya Parastinê parêzer Naîm Emînoglu daxuyanî xwend. Emînogluyê anî ziman ku Dadgeh, Wezîrê Edaletê, Dadgeha Cezayê 37’emîn a Giran a Stenbolê, Dadgeha Yasaya Bingehîn û Nexweşxaneya Sadî Konuk a Bakirkoyê hemû bi hev re ji mirina Ebrû berpirsyar in û wiha got: “Wezîrê Karên Hundir û trolên bi tehlîmata hikumetê û qûnciknivîsên wan ên di derbarê Ebrû Tîmtîk de nivîsîn bi giştî derew in û ji dûrî rastiyê ne. Rastî Ebrû bi bedena xwe danî holê. Yê ku li dijî rastiyan axaftinên wan neyîn çi bikin nikarin mafdariya Ebrû tine bikin. Parêzer Ebrû Tîmtîk, ji bo mafê darizandina bi adilane şehîd bûye. Bûye şehîdê edaletê. Hûn nikarin vê rastiyê jê bibin.”