Akademisyenê Aştiyê Tekîn: Pêşeroja Tirkiye tenê bi aştiyê dikare bê avakirin 2020-08-31 09:01:05 ÎZMÎR - Akademisyenê Aştiyê Serdar Tekin, têkildarî rewşa rojane rapore amade kir. Tekîn, têkildarî danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî" anî ziman ku Destûra Bingehîn wekî azadiya ramanê qebûl kiriye û wiha got: "Divê hemû mafê me yê ji me hatiye stendin dîsa bidin me. Pêşeroja civaka Tirkiyeyê tenê bi aştiyê dikare bê avakirin."    Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), têkildarî danezana Platforma Akademisyenên Ji bo Aştiyê ya “Em nabin şirîkê vî sûcî" raporek rojane amade kir. Dadgeha Destûra Bingehîn danezana ku akademîzyenan imze kiribû di 26'ê Tîrmeha 2019'an de wekî azadiya ramanê pênase kiribû. Akademîzyenên ku danezan îmze kiribûn, anîn ziman ku li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a sala par ku maf dabûn wan jî dîsa binpêkirina mafan didome. Akademisyen Serdar Tekin, têkildarî raporê nirxandin kir û anî ziman ku binpê kirina mafan didome.    Tekîn, bal kişand ser piştgiriya TÎHV'ê ya çalak û wiha got: "Wê demê Vakfê gotibû 'Agir li ku bikeve em ê li wir bin'. Li Tirkiyeyê Akademisyenên Aştiyê, piştî bûyerê dest pê kir, Vakifê li gorî vê hişyariyê gav avêt. Di milê rêxistinî, sazî û berfirehî piştevanî pêş xist. Di bin şertên zor de wekî "Piştgiriya akademîzyenên aktorên mafên mirovan" proje pêş xist. Di nava vê pêvajoyê de gelek akademisyenên zanîngehên cuda ku akademîzyenên Zanîngeha Egeyê jî di navde cihê xwe girtin. Di çarçoveya vê projeyê de du raporên lêkolînê yên bi navê "Îxracên Akademisyenan û "Navê Halê Awarte ya Zanîngehê" amade kir.    Tekîn, anî ziman ku AYM'ê bi awayekî hiqûqî îhlal tahsîs kir û wiha axivî: "AYM'ê, biryara Rapora Rewşa Rojane ya Akademisyenên Ji Bo Aşyiyê aşkere kir û diyar kir ku mafê azadiya ramanê hatiye binpêkirin. AYM'ê di 26'ê Tîrmeha 2019'an de der barê dosyaya Fisun Ustel û akademîsyenên din a der barê Akademîsyenên Aştiyê de aşkere kir ku danezan li gorî azadiya îfadeyê ye. Ji ber vê yekê ji sala 2016'an heta niha tiştê anîn serê Akademisyenên aştiyê tev binpêkirina mafan e. Bi vê biryara AYM'ê carek din bi awayekî hiqûqî derket holê ku mafên mirovan hatiye binpêkirin. Di vê pêvajoyê de akademîsyen bi lîncek pir dijwar re rû bi rû man. Gelek mafên wan hat binpêkirin. Bi gelek zext û tundiyê re rû bi rû man. 70 kes hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin. Di pêvajoya OHAL'ê de bi giştî 406 akademîzyenên danezan îmze kirin hatin îxrackirin. Der barê 822 akademisyenan de yek bi yek doz vekirin.    AYM der barê 204 dozan de biryar da ku mafê wan hatiye binpê kirin. Lê li gel biryara AYM'ê dîsa binpêkirina mafan didome. Li gel biryara AYM'ê binpêkirina mafan a li dijî akademîsyenan bi dawî nebûye. Der barê binpêkirina mafan de heta niha dewletê tu gav neavêtiye. 406 Akademisyenên Aştiyê ku bi KHK'ê hatin îxrackirin, piştî biryara AYM'ê diviya bû li karê xwe vegeriya ne. Lê rayedaran dîsa karê wan nedan wan. Dozê tekakesî yên der barê akademîsyenan de hatin vekirin hêj didomin. Ev doz dewrî Komisyona OHAL'ê kirin. Lê Komisyonê heta niha der barê biryara AYM'ê de tu gav neavêt. Mafê akademîsyenan ê gerê qedexe kirin û binpê kirin. Pasaportên akademîsyenan betal kirin.    Piştî biryara AYM'ê dûrxistin û îxraca akademîsyenan a bi KHK'ê, divê biryara îxracê wekî neheqî û binpêkirina mafan bê qebûlkirin. Divê YOK bangekê bike û van akademîsyenên ji kar hatine avêtin dîsa wan li kar vegerîne. Ev rewşa bi vî rengî nayê qebûlkirin. Divê dewleta Komara Tirk bi baldarî gavan bavêje. Ger ku pêşeroja civakê ya bi ewle û aram bê avakirin, tenê bi pêşxistina aştiyê pêkan e. Xebatên me yên zanistî nîşan da ku karê îxracê ne tenê windakirina kar e, di heman demê de cudakarî û reşkirin e. Akademîsyen piştî îxrac bûn mafê wan ê civakî, aborî, pîşeyî û akademîk hatiye binpêkirin. Binpêkirina mafê akademîsyenan, mafên mezin binpê kirine. Divê hemû mafê Akademisyenên Ji bo Aştiyê dîsa paşve bidin wan. Divê zanîngeh bi daxwazên aştiyê re li hev bên. Akademisyenên îmze avêtin wê rojê heman tişt gotin niha jî heman tiştî dibêjin."    MA / Sevda Aydin