Şaredariya AKP'ê li şûna xaniyên welatiyan xaniyên Osmanî ava dike 2020-08-31 09:01:21 STENBOL - Şaredariya AKP’î ya Çekmekoyê di çarçoveya “Projeya Islahê" de bi zorê gelek xanî xera kirin. Niha jî bi zorê daran dibirin. Welatî Suna Duman, diyar kir ku şaredariya AKP'ê ewil malê wan xera kirin û niha darên wan dibirin û got: "Ev tişta dikin zilm e. Divê ev zilm bi dawî bibe.    Şaredariya AKP'î ya Çekmekoy a Stenbolê, di çarçoveya “Projeya Islahê" de li Kolana Farabî ya taxa Navendî de beton li rûbar rokir û her der kir beton. Şaredariyê ewil 6 xaniyên li tenişta çem bi zorê xera kir û niha bi zorê darên li herêmê dibire. Şaredariyê piştî xanî xera kir cih da înşaeta Oz Yildirim û Onur Kalemkuşê. Herdu şîrketan bi navê "Malên Osmanî" xaniyan ava dikin. Piştî xaniyên welatiyan xera kirin û dest bi înşaetê kirin, niha daran dibirin. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan. Welatî Suna Duman ku xaniyê wê hat xerakirin wiha got: "3 xanî di 4'ê Nîsana 2018’an de xera kirin. Berpirsiyarê xerakirina xaniyan Şaredarê Çekmekoyê Ahmet Payraz e. Piştî xaniyên me xera kirin me serî li rayedarên dadgehê dan. 7'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê, hefteyek şûnde biryara xerakirinê betal kir. Di nava hefteyekê de 3 xanî ser û bin kirin û xera kirin. Piştî biryara dadgehê mehek şûnde xaniyên din jî xera kirin. Me li dijî xerakirinê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) da. Lê îtîrazên me li ber çavan nehat girtin. Di 02'ê Tebaxa 2018’an de bi awayekî korsan xaniyê min jî xera kirin. Piştî me serî li dadgehê da, diviya bû heta dadgeh bi encam nebe nehata xerakirin. Lê hem xanî xera kirin û hem jî niha darên me dibirin. Zilmek wisa li tu deran tune ye. Ev zilm e. "    BI SEDAN DAR BIRÎN   Duman, xwest rayedar êdî vê xerakirin û talankirinê rawestînin û wiha axivî: "Divê êdî yek ji vê xerakirinê re bêje raweste. 6 xanî bi zorê  xera kirin. Bi sedan dar birîn. Niha xaniyên din ên li rûbar xera dikin. Dê bi dehan darên gwîz, spîndar, erik, çinar, bih û gelek darên din bibirin. Ez dixwazim hawara xwe bibim Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, lê destûr nadin ez biçim cem wî. Divê êdî Îmamoglu dengê min bibhîze. Ev tiştên dikin hovîtî ye."    Duman, rêveberên CHP'ê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Sala par hin rêveberên CHP'ê gotin 'tu mafdar e'. Lê yên wê rojê wisa gotin îro li holê tune ne. Herî dawî li Seiroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu geriyam. Ew jî li rêveberên Navçeyê geriyan. Lê rêveberên navçeyê gotin tiştekî wisa tune ye."    Welatî Haydar Açıkgoz jî bertek nîşanî talankirin û wêrankirinê da û wiha got: "Di bin navê islaha cem de xwezayê talan û wêran dikin. Daran dibirin. Divê em destûrê nedin vê yekê. Çareseriya ıslahê ne rokirina betonê ye. Heta niha çi hatiye serê me ji ber betonê hatiye serê me."    MA / Mehmet Aslan