Li Rûsyayê muzakereya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel hat îmzekirin 2020-08-31 13:07:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel  têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyeyê li paytexta Rûsyayê Moskovê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.-   Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Serokê Partiya Vîna Gel  Qedrî Cemîl beriya kêliyekê li paytexta Rûsyayê Moskovê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de muzakereya lihevkirinê îmze kir.   Di civîna çapemeniyê de, Qedrî Cemîl piştrast kir ku muzakere tenê di navbera her du aliyên Sûriyeyê de ye û gelek bendan digire nava xwe.   Îlham Ehmed jî, diyar kir ku ev muzakere ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê gaveke nû ye, ji ber vê yekê ew kêfxweş in û bi hêvî ne ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê kar û xebata xwe berdewam bikin û li şûna çareseriya leşkerî girîngiyê bidin çareseriya siyasî, dawî li nakokî û şer bînin,  koçber û penaberên li derveyî welat vegerin malên xwe û girtiyan serbest berdin.   Hat zanîn ku ew ê her du alî biçin Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê.