MEBYA-DER: Wesayîtên cenaze nadin malbatan 2020-08-31 14:52:53 AMED - MEBYA-DER’ê, derbarê cenazeyên dereng didin malbantan de, daxuyanî da û got: “Cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane, dereng didin malbatan. Di heman demê de ji bo cenazeyan wesayên cenaze nadin malbatan.”   Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Windak Kirin (MEBYA-DER) derbarê cenazeyên kesên di demên cuda de, di şer de jiyana xwe ji dest dayîn û dereng dayîna malbatan de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapeneniyê li avahiya komeliyê ya Amedê hat lidarxistin. Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku malbat dibin zextên derûnî û siyasî de ne.   BI ROJAN BI SALAN CENAZE NAYIN DAYÎN    Almas, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest didin, ligel ku malbat cenazeyên wan teşhîs dikin, cardin cenaze nayin dayîn û wiha bertek nîşan da: “Ji bo ku malbatan di nava wê êşê de bihêlin testa DNA’yê dixwazin. Encamên testên DNA’yê yan di demê xwe de dernakevin, an jî piştî bi salan bi encam dibin. Malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirin û dilê wan dişewite, vê carê jî bi pergalekê bi demê re hiştinê rû bir û dimînin. Gelek caran, piştî cenaze tên tespîtkirin, vê carê malbat rastî zext û êrîşên hêzên ewlekariyê tên. Di mehên derbasbûyî de, malbatek ji ber zextên polîs û eskeran neçar dimîne ku cenazeyê zarokê xwe di kelegerma havînê de, ji Erziromê heya Wanê bi wesayîta siwar bibe. Ligel vê, malbat bi saetan di nukteyên kontrolê de tên rawestandin. Di heman demê li hemberî cenazeyan bêrêziyê dikin û gefan li malbatan dixwin. Divê tavilê ev pêkanînên dij mirovahî bên bi dawî kirin.”   Almas, dest nîşan kir ku ligel mûameleya  xirab a bi cenazeyan dikin, dîsa mafê şîna girtina malbatan asteng dikin û wiha got: “Cenazeyên xwe li gorî wacîbeyên olî defin kirin mafê me yê herî xwezayî ye. Ji me dixwazin ku em dest ji mafê xwe girtina şînê berdin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku dest ji vê pêkanîna xwe ya dij mirovahî berdin.”    BANGA JI BO KOMELEYÊ SERLÊDAN BIKIN   Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag jî, diyar kir ku bêyî haya malbatan cenaze li goristanên bêkesan tê veşartin. Karadag bang li malbatan kir ku bila malbat serî li komeleya wan bidin.   Mehmet Zekî Dag ê ku kurê wî di sala 2013’an de Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da bû jî wiha got: "Di sala 2017’an de cenazeyê zarokên me birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û di binê peyarêyê hatibû veşartin. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em dayik û bavê wan in. Çima dibêjin bêkes in? Em malbat dixwazin bila zûzûka encamên testên DNA’yê were eşkerekirin.”