'Pergala tenduristiyê hilweşiya ye' 2020-08-31 15:09:17   AMED - Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier di seredana xwe ya saziyên sivîl ên civakî de, bal kişand ser belavbûna vîrûsa koronayê û got: "Dewlet ji ber ku bê çare maye û nikare bibe çare daneyan vedişêre. Ev jî tê wateya ku pergala tenduristiyê hilweşiya ye."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê Şaxa Saziya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) û Odeya Tabîban a Amedê (DTO) ziyaret kirin. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Bakir, Endama Meclîsa HDP’ê Rabîa Tekas, rêveberên HDP’ê yên Amedê û MEBYA-DER’ê beşdarî serdanê bûn. Serdana Odeya Tabîban ji ber pandemiyê 3 kes beşdar bûn. Seroka Odeya Tabîba ya Amedê Dr. Elîf Tûran heyet pêşwazî kir. Di seredanê de Îmam Taşçier axivî. Taşçier, bal kişand ser belavbûna vîrûsa korona (Kovîd-19) û wiha axivî: "Dewlet ji ber ku bê çare ma ye û nikare bibe çare daneyan vedişêre. Êdî hikumet nikarê dewletê birêve bibe. Li Amedê 15 kes dimirin, lê li tevahiyê Tirkiyê dibêjin 26 kes mirin e. Ev jî tê wateya ku pergala tenduristiyê hilweşiya ye." Taşçier, xwest ku hemû xebatkarên tenduristiyê tevlî çalakiya zincîra mirovan a ku di çarçoveya bernameya wan a 1'ê Îlonê de pêk were, bin.   Seroka DTO'yê Dr Elîf Tûran jî, da zanîn ku hikumet pêvajoya pandemiyê bi awayekî zelal bi rêve nabe û wiha got: "Selçûk Xoce hebûya wê pandemiyê evqas bandor li bajarê me nekiribûya. Ji ber ku ew jî bijîşk bû. Tenduristiya gel wê bibûya karê wî yê ewil. Pêvajoya pandemiyê nîşanî me da ku nebûyîna demokrasî, maf û azadiyan bandorê li tenduristiya gel dike. Divê mirov di aşitiyê de israr bike."   Hat diyar kirin ku wê bernameya heyetê, bi seredana esnafan bi dawî bibe.